Li Kobanê dema pêngavê

Şervanên YPG/YPJ'ê bi rengekî bêhempa li ber xwe dan. Çeteyên DAIŞ'ê yên li pêşberî vê berxwedanê ketin nava panîkê, di 29'ê Mijdarê de bi desteka dewleta Tirk êrîşî deriyê sînor kirin. Ev êrîş ji bo DAIŞ'ê bû destpêka qelihînê.

Piştî êrîşa li dijî Murşîtpinarê, ku di 6'ê Cotmehê de destpê kir û roja 7'ê Cotmehê hat şikandin, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bênavber dewam dikirin. Çete ketibûn nava beşeke mezin a bajarê Kobanê. Li dijî çeteyan berxwedaneke bêhempa ya vînê li her qadê dihat nîşandan. Şervanên YPG/YPJ'ê, ji bo çeteyên DAIŞ'ê nikaribin bikevin nava beşa mayî ya bajêr, xeteke parastinê çêdikirin. Xeta parastinê ji deriyê sînor dest pê dikir, ji Meydana Azadiyê heta eniya başûr dewam dikir. Ji meydanên Aştî û Azadî ber bi rojhilat ve bajar ketibû destê DAIŞ'ê. Rojavayê bajêr jî ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve dihat parastin. Di vê dema berxwedana xweparastinê de, bi fermandariya Kendal, Hêlîn Torî û Bahoz Amed berxwedaneke mezin dihat nîşandan. Li eniyên rojhilat û rojava, şerekî parastinê yê pêşî li çeteyên DAIŞ'ê dibirî dihat meşandin. Êdî li odeyan, li nava malan parastin dihat kirin. Serhildana gel a li Bakurê Kurdistanê dest pê kir, moraleke mezin dida şervanên YPG/YPJ'ê ku çek û endamên wan kêm bûn. Şerê li nava bajêr êdî roj bi roj mezin dibû û biryardarî jî xurtir dibû.

YPG/YPJ BI TAKTÎKA GERÎLA, DAIŞ'Ê TARÛMAR DIKE

Di nava meha Cotmehê de berxwedaneke bêhempa ya parastinê tê nîşandan. Şervanên YPG/YPJ'ê bi gerîlatiya li nava bajêr, derbên giran li DAIŞ'ê dixin. Şervanên YPG/YPJ'ê li vê derê hemû taktîkên afirîner ên gerîlatiyê bi kar anîn û li hemû eniyan xwe berdan nava çeteyan, lê dan, xwe vekişandin û bi vî rengî çete tarûmar kirin. Li pêşberî van derbên giran, gerîlatî û parastina YPG/YPJ'ê, çete bêçar man e. Lewma bi taktîka wesayîtên bombebarkirî êdî dest bi êrîşên xwekujî kirin.

DAIŞ DIKEVE NAVA SENDROMA KOBANÊ

Şervanên YPG/YPJ'ê di nava meha Cotmehê de berxwedana parastinê dimeşînin. Lê di meha Mijdarê de li ser esasê parastinê, bi ser hin nuqteyên çeteyan ve diçin û dest bi şerê pêşveçûnê dikin. Meha Mijdarê jî bi vî rengî dibihure. Rewşa li Kobanê ji bo çeteyên DAIŞ'ê ji roja destpêkê ne cudatir bû. Tevî ku mal bi mal, kolan bi kolan bi pêş ve diçûn jî, şerê Kobanê berxwedana bêhempa ya parastinê ya şervanên YPG/YPJ'ê radixistin pêş çavan.

Berxwedana Kobanê êdî du meh û nîv li dû xwe hiştibû. DAIŞ a ku soza 'Kobanê wê di nava hefteyekê de bê xistin' dabû dewleta Tirk û hevkarên xwe, li DAIŞ'ê pûç bû. Tevî ewqas çek, hejmara zêde ya endaman û desteka lojîstîk jî di ti êrîşê de encama jê dixwest, bi dest nexist. Jİ bo hêza DAIŞ'ê ya li Sûriye û Iraqê, Kobanê veguherî bû sendromekê, ku çûn heye lê veger jê nîne. DAIŞ'ê êdî ji bo şandina Kobanê çete nedidît.

ÊRÎŞA BOMBEYÎ YA LI DIJÎ DERIYÊ SÎNOR Ê MURŞÎTPINARÊ

Di demeke bi vî rengî de dewleta Tirk careke din bi hawara çeteyên DAIŞ'ê ve hat û ji bo karibin gavekê bavêjin ji her alî ve destek dayê. Di roja dawî ya meha Mijdarê de, roja 29'ê Mijdarê li Kobanê şerê herî giran diqewimî. DAIŞ'ê ji çar aliyan ve bi wesayîtên bombebarkirî û tankan pêleke nû ya êrîşê dida destpêkirin. Ev êrîş nedişibiya ya beriya xwe. Eniya herî girîng a pêla êrîşê, Tirkiye bû. Ji aliyê Tirkiyeyê, wesayîta bombebarkirî ya ji bejahiya Pirsûsê ve hat anîn û bi dehan çeteyên DAIŞ'ê êrîşî deriyê sînor ê Murşîtpinarê kirin. Çeteyên DAIŞ'ê yên tevî wesayîta bombebarkirî derbasî aliyê Tirkiyeyê bûn, li pêşiya deriyê sînor bombe teqandin û di heman demê de ji aliyê Tirkiyeyê ve bi dehan çeteyan di bin kontrola artêşa Tirk de êrîşî depoyên genim kirin. Di vê kêliyê de li deriyê sînor berxwedaneke destanî hat nîşandan. Şervanan li nava bajêr destaneke nû dinivîsandin.

FERMANDAR EBÛ LEYLA DI PARASTINA DERIYÊ SÎNOR DE BERXWEDANEKE EFSANEYÎ DIKE

Li Kobanê, ji ber ku heta wê kêliyê li deriyê sînor ti êrîş nehatibû kirin û nedihat payîn, bi tenê hêzên asayîşê yên sivîl û şervanên YPG/YPJ'ê yên birîndar hebûn. Dema ku êrîş li deriyê sînor tê kirin, bi rêya bêtêlê agahiya êrîşê ji fermandar Mahmûd Berxwedan re tê ragihandin. Berxwedan hingî li cihekî nêzî eniya rojhilat e. Bi rêya bêtêlê ji hêzên sivîl û asayîşê re dibêje, divê çi bikin. Şervanên YPG/YPJ ên birîndar û hêzên asayîşê lid ijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin, lê belê ji ber ku hêza wan têrê nake, çeteyên DAIŞ'ê dikarin di her kêliyê de komkujiyekê li nava bajêr bikin. Di vê kêliyê de fermandarê efsanewî yê hêzên Bûrkan El Firat fermandar Ebû Leyla, bi komek ji şervanên xwe di berxwedana li deriyê sînor de dibe efsane. Fermandar Ebû Leyla bi ser DAIŞ'ê ve dimeşe, guleyan direşînin û bi bez ber bi DAIŞ'ê ve dimeşe. Çeteyên DAIŞ'ê li pêşberî vê berxwedana Ebû Leyla bêçare dimînin. Ev dîmenê berxwedana fedayî ya Ebû Leyla ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê dîtin. Di heman demê de nîşan dide ku li Kobanê artêşeke çawa ya fedayî li dijî DAIŞ'ê li ber xwe dide.

JI BO DAIŞ'Ê, KOBANÊ BÛ DESTPÊKA QELIHÎNÊ

Çawa ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya meha Cotmehê ya li dijî deriyê sînor bû destpêka şerekî bêhempa yê parastinê, êrîşa 29'ê Mijdarê ya li dijî derî jî ji bo DAIŞ'ê bû destpêka qelihînê. Roja 29'ê Mijdarê ne tenê li deriyê sînor, li eniyên rojhilat û başûr jî, çeteyên DAIŞ'ê yên ji rêya Helebê êrîş dikirin, danê êvarê derbeke giran xwarin. DAIŞ tarûmar dibû û careke din neçar dima bireve.

PLANSAZIYA PÊNGAVÊ DESTPÊ DIKE

Piştî ku barbarên DAIŞ'ê ji vê êrîşa li dijî deriyê sînor a bi desteka dewleta Tirk ti encam bi dest nexistin, li her qadê dest bi çalakiyên xwekujiyê kirin. Û kontrol ji dest diçû. Şervanên YPG/YPJ'ê di nava du meh û nîvan de serdemeke nû ya lehengiyê nîşanî mirovahiyê dan. Êdî plansaziya paqijkirina ji çeteyan û azadkirina Kobanê destpê dikir. Wê derba herî mezin li DAIŞ'ê bihata xistin û mîna ku di destpêkê de hat gotin, Kobanê wê ji DAIŞ'ê re bibûya dojeh.

SIBE: KOBANÊ AZAD DIBE