Li Kobanê 6 şehîd ber bi bêdawîtiyê ve hatin birêkirin

6 şervanên azadiyê ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de tevlî karwanên nemiran bûn, li Kobanê hatin veşartin. Di merasîma oxirhilanînê de nasnameya şervanekî ku li Efrînê gihişt şehadetê jî hate ragihandin.

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Celal Mustefa (Çiya Kobanê), Salih Mehmûd (Çekdar Kobanê), Mixlus Yidiz (Mesûm Tanizir), Sezer Dozan (Argêş Şiyar), Rozelîn Kotolya (Sema Ozgur) û Silêman Besrawî (Zagros Cîlo) ên 6’ê Tebaxê di berxwedana rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê ve li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê spartin axê. Di merasîmê de nasnameya şervana YPJ’ê Emîra Şahîm (Dîrok Berxwedan) a 5’ê Tebaxê di berxwedana Efrînê de jiyana xwe ji dest da jî hate eşkerekirin.

Gel bênavber dirûşme berz kir, cenazeyên şervanan wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termik derketin rê. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgiritinê destpê kir û paşê Endamên Erka Xweparastinê merasîmek leşkerî lidarxistin.

Di berdewama merasîmê de yek ji fermandarên YPG’ê Kanî Kobanê axivî û got ku bi hemû hêza xwe ve wê parastina xaka xwe bikin û wê li ser rêya şehîdên xwe tekoşîna xwe bidomînin. Di merasîmê de her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan , Nebîl Keçel, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kobanê Foziya Ebdê jî axivîn û bal kişandin ser berxwedana şervanan a ji bo parastina xaka herêmê û gotin ku şervan ji bo xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş canê xwe feda dikin û pêwîst e hemû gelê herêmê parastina destkeftiyan bikin.

Di dawiya merasîmê de sicîla 7 şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel canzeyê 6 şervanan bi dirûşmeyan spartin axê.