NÛ BÛ

Li Kobanê 11 gundên din hatin rizgarkirin

Di operasyona paqijkirina gundên Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de şevê din 11 gund ji çeteyan hatin rizgarkirin.

Di operasyonên paqijkirina gundên Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de, şevê şervanên YPG’ê di encama çalakiyên bi bandor ên ku heta sibehê dom kirin de 11 gund rizgar kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidexistin, şervanên YPG’ê şevê din di çarçoveya Pêngava Azadkirina Kantona Kobanê de, li 4 eniyên kantonê operasyonên bi bandor lidar xistin.

Li eniya rojava di encama operasyonê de gundê Ehmed Hiso û 3 gundên bi navê Ebiko ji çeteyan hatin rizgarkirin. Di encama operasyona ku heta serê sibehê dom kir de 2 çete hatin kuştin û 23 mayinên ku çeteyan danîbûn hatin bêbandorkirin. Cenazeyên 2 çeteyên hatine kuştin, ketin destê şervanên YPG’ê.

Li başûrê Kobanê li hemberî gundên Şêxalî û Saqa yên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin, operasyon hate lidarxistin. Di encama operasyonê de her du gund hatin rizgarkirin. Li ser rêya gundên Cediyê û Toreman jî di encama çalakiyeke şervanên YPG’ê de wesayîtek hate rûxandin.

Li eniya başûrê rojavayê Kantonê jî, şervanên YPG’ê li gundê Derbenoka Mezin çalakiyek bi bandor lidar xistin û gund ji çeteyan rizgar kirin. Der berê encamên çalakiyê de agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.

Li eniya rojhilatê Kobanê jî hêzên YPG’ê li gundên Bexdik, Xan Mamed, Tolkê û Gultep operasyon pêk anîn. Di encama operasyonan de her 4 gund hatin hatin rizgarkirin û 2 çete hatin kuştin. Her wiha 20 mayinên terorîstan danîbûn hatin bêbandorkirin û cenazeyê 2 çeteyên hatibûn kuştin ketin destê şervanên YPG’ê.