Li Kilîsê ji penaberên Suriyeyê serhildan

Li Kilîsê ji penaberên Suriyeyê serhildan

Nêzî 500 penaberên Suriyeyê ku ji pevçûnê li wir qewimîn reviyan û hatin li bajarê Konteynirê ya Kilîsê bi cih bûn, ji berk u têra wan av nayê dayîn serî hildan. Di pevçûnên qewimîn de du polîs û 4 penaber birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li nêzî Deriyê Sînor yên Oncu Pinar a Kîlîsê penaberên Suriyeyê yên li Konteyniran diman, ji ber av têra wan nayê dayîn serî hildane.

Penaberên Suriyeyê bi keviran êrîşên avahiyên îdarî û polîsan kirin û bîdonên gelaşê û konteynir dan ber agir. Camên avahiyên fermî şikandin û di encama bûyeran de yek midûr 4 polîs û birîdar bûn. Her wiha 4 penaber jî birîdar bûn.