Li Kerkûkê nobeda ji bo Ocalan
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan li Kerkûkê çalakiya nobedê destpê kir û wê du rojan dewam bike. Di çalakiyê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan li Kerkûkê çalakiya nobedê destpê kir û wê du rojan dewam bike. Di çalakiyê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
Çalakî ji aliyê Tevgera Azadî ya Kurdistanê, Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê û Komaleya Gencên Azadiya Kurdistanê tê lidarxistin. Çalakî li Parka Xeyyam pêk tê û wê du rojan dewam bike.
ERKA HEMÛ KURDAN E
Nûnerên YNK û Tevgera Goran jî tevlî çalakiyê bûn. Endamê Tevgera Azadî Omer Hecî Elî ewilî axivî û destnîşan kir, ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan erka hemû Kurdan e. Elî bang li gelê Kurd kir ku li her cihî tevlî çalakiyên ji bo Ocalan bibin û diyar kir, çalakiyên ji bo Ocalan têkoşîna azadî û demokrasiyê ye.
Elî bang li gel û hemû hêzên Kurd kir, ku tevlî çalakiya wan a îro hatiye destpêkirin bibin û got, „Ji ber ku Ocalan ne şexsek e. Ji bo me hemûyan şoreşger, mirovekî zane û fîlozofek e. Lewma têkoşîna ji bo Ocalan têkoşîna ji bo mirovahiyê ye.“
ME DAXWAZA DEWLETA TIRK QEBÛL NEKIR
Parlamenterê YNK’ê yê Kerkûkê li Parlamenta Iraqê Rebûwar Taha jî beşdarî çalakiya nobedê bû û di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir, ku azadiya Ocalan berpirsyariya neteweyî ya hemû Kurdan e. Taha got, „Berî niha bi du salan tevî Serokê Parlamenta Iraqê em çûn serdana Tirkiyeyê. Serokê Parlamenta Tirkiyeyê yê wê demê Cemîl Çîçek ji Cîbûrî xwest PKK’ê weke ‚rêxistineke terorîst‘ pênase bike. Wê demê, ez û Aram Şêx me gotin, li parlamenteke em lê ne, em ê tiştekî bi vî rengî qebûl nekin. Ji ber ku hêzên PKK’ê ji Daqoqê heta Şengalê tevî pêşmergeyan û hêzên din ên Kurd li dijî terorîstên DAIŞ’ê ji bo azadiya Kurdan şer dikin. Çawa dibe ku em rabin hêzeke Kurd terorîst îlan bikin!“
YÊN DESTEKÊ NADIN ÊN LI DIJÎ DAIŞ’Ê ŞER DIKIN, EW TERORÎST IN
Taha da zanîn, ku wan ji Cemîl Çîçek re gotine, dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm alîkarî xwest, lê Tirkiyeyê alîkarî neda û got, „Lê belê PKK’ê li hemberî rêxistina terorê ya herî xetere ya cîhanê li Şengalê şer kir. Di rewşeke bi vî rengî de, eger yekî terorîst hebe ew jî yê destekê nade kesên li hemberî DAIŞ’ê şer dikin e. Divê em bi van hemûyan zanibin û yekîtiya xwe xurt bikin. Di mijara azadiya Ocalan û hemû mijaran de eger em bi vî rengî tevbigerin, em ê xeteriyan ji ser xwe bavêjin.“
TECRÎD AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ JI HOLÊ RADIKE
Li ser navê Tevgera Goran Mûhammed Goldereyî da xuyakirin, ku ji bo berxwedêriya gelê Bakurê Kurdistanê were şikandin, tecrîdeke giran li hemberî Ocalan tê meşandin.
Goldereyî diyar kir, daxwaza têkoşînê ya gelê Kurd ti carî nayê şikandin, berevajî hîn zêdetir dibe û got, „Îro keç û xortên leheng ên gelê Kurd li dijî rêxistina herî mezin a terorîst a cîhanê, ji bo mirovahiyê bi lehengî şer dikin. Divê em bi vê zanibin; eger em dixwazin ji vî şerî li ser navê gelê xwe encamekê derxînin, wê demê divê hêzên Kurd li hev bicivin. Bi vî rengî em dikarin nebin leşkerê hin kesan. Bi vî rengî em dikarin hêjayî berdêlên hatine dayîn û şehîdan bin. Lewma ev hemû pêwendiyeke xwe ya nêz bi tecrîda li ser Serok Apo heye. Jİ ber ku tecrîd tê wateya ji holê rakirina azadî û demokrasiyê.“
Endama REJAK’ê Lavîn Nûredîn jî diyar kir, tecrîdeke mîna ya niha li ser Ocalan heye, di dîrokê de nehatiye dîtin û banga xwedîderketina li Ocalan kir.
Ji Tevgera Ciwanên Kurdistanê jî Rêbas Hesen bal kişand ser fikarên xwe yên têkildarî rewşa tenduristiya Ocalan.
Çalakiya nobedê wê heta sibê êvarê dewam bike. Di çarçoveya çalakiyê de wê pêşandana sînevîzyon û lîstikên şano jî hebin.