BI DÎMEN

Li Kerkûkê ji bo azadiya Ocalan banga yekîtiya neteweyî

Çalakiya nobetê ya du rojan ku li Kerkûkê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan hate destpêkirin, îşev saet 18.30’an bi daxuyaniyek çapemeniyê û meşekê ve bi dawî bû.

Duh di çalakiya nobetê de ku ji hêla Rêxistina Tevgera Azadî ya Kerkûkê, Tevgera Jina Azad a Kurdistanê (REJAK) û Tevgera Ciwanên Azad a Kurdistanê li parka Xeyyam ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û bidawîkirina qirkirina Kurdan hate destpêkirin, bangên yekîtiya neteweyî mohra xwe danîn. Çalakî îşev saet 18.30’an bi tevlîbûna girseyên ji Çemçemal, Daqoq û Taqtaqê ve bi daxuyaniya çapemeniyê û piştre jî bi meşekê bi dawî bû.

HETA AZADIYA OCALAN ÇALAKÎ

Di daxuyaniya çapemeniyê de ji rêveberên Tevgera Azadî ya Kerkûkê Hacî Nûreddîn bang kir ku heta azadiya Ocalan tevahî Kurd bikevin nav çalakiyan.

Hacî Nûredîn ku got, “çalakiyên me wê li vir bi dawî nebin û heta azadiya Ocalan wê bidomin” û wihadewam kir: “Dewleta Faşîst a Tirk xwe wek Îslamî nîşan dide, lê ji milekî jî bi salan e li ser Rêberê gelekî tecrît xistiye meriyetê. Ev salek û nîv e ji Rêber Apo ti agahî nîne. Tevî hemû nakokiyên dewletên Îran, Tirkiye û Sûriyê jî di zext û komployên li ser Kurdan dibin yek. Ev polîtkayên tecrîdê yên li ser Rêber Apo jî wiha pêş dikevin. Zîhniyeta ku Qamişlo terikand, beriya niha çend rojan li Qamişlo qetlîam pêk anî heman e.”

PÊWÎST E CPT Û NY BERPIRSIYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN

Nûredîn diyar kir ku li dijî qirkirinên Kurdan ên dewletên herêmê pêş dixin divê gelê Kurd bi yekîtiya neteweyî ve bibin bersiv, ji bo tecrîd bê bidawîkirin jî ev bang li dezgehên navdewletî kir.

DIVÊ BI KONGREYA NETEWEYÎ BERSIVA TECRÎDÊ BÊ DAYÎN

Di daxuyaniya çapemeniyê de li ser navê Hîzbî Zehmetkêşan jî Salah Salayî jî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û pêkanîna azadiyê destnîşan kir ku êdî kongreya neteweyî mecbûrî ye, diyar kir ku bersiva herî xurt a tecrîdê jî yekîtiya neteweyî ye.

Li ser navê girseya Daqoqê jî bang li tevahî Kurdan hate kirin ku heta azadiya Ocalan li her derê bikevin nav çalakiyan.

Girse piştî daxuyaniya çapemeniyê dest bi meşê kir, li cadeya Hesîreke nêzî 2 kîlometreyan meşiya, dûvre li parka Xeyyam çalakiya xwe bi dawî kir.