Li Kerkûkê êrîş: 2 çeteyên DAIŞ’ê hate kuştin

Li derdora navçeya Kerkûkê Dûbizê, di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên polîsan de şer derket.

Li nêzîkî navçeya Kerkûk Dûbizê, çeteyên DAIŞ'ê ku dixwestin kesekê birevînin, di navbbera çeteyan û polîsan de şer derket.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî bûyera revandinê, di navbera polîs û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket û di şer de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, komîserekî polîsan ji di şer de jiyana xwe ji dest da.

Kesê ku hatî revandin, bi sax hat rizgarkirin.