Li Kato û Şemizînanê 7 leşker hatin kuştin

Li Kato û Şemizînanê 7 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di pevçûna di encama operasyona li herêma Katoyê Jîrka yê navçeya Elkêya Şirnexê qewimî de 3 çawişên pispor hatin kuştin, li Şemizînanê jî di encama çalakiya gerîlayan a li dijî qereqolê jî 4 leşker hatin kuştin. HPG’ê ragihand ku li Katoyê gerîlayek jiyana xwe ji dest dest daye

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya weşand de ragihand ku di 13’ê tîrmehê de artêşa Tirk bi balefir û kobrayan herêmên Katoyê Jîrka û Warê Kurdo bombebaran kirin û di 14’ê tîrmehê, saet di 05.00 de bi daxistina leşkeran li Warê Kurdo û Medyana Kolî oeprasyonek hatiye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di heman rojê de, demjimêr di 13.30 de li Warê Kurdo pevçûenek di navbera gerîla û leşkerên Tirk de qewimiye û di encamê de herî kêm 3 çawişên pispor hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 15’ê tîrmehê saet di 06.30 de herêm ji bo cara duwemîn ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve hatiye bombebarankirin. Gerîlayên me li dijî girê ku nêzî 100 leşker têde hatibûn bicihkirin çalakiyek li dar xistine”. Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk ji aliyê gerîlayan ve nehatiye zelalkirin û hat gotin ku artêşa Tirk bi hekîkopterên skorsky kuştî û birîndarên xwe ji cihê pevçûnê dûrxistine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gerîlayan derbe li kobrayek û 2 helîkopterên skorsy dane û helîkopter neçar mane ji cihê pevçûnê dûr bikevin. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk di 16’ê tîrmehê de bê ku tu encama bi beşdariya hezaran leşkeran li dar xist bigire, paş ve vekişyaye.

GERÎLAYEK JIYANA XWE JI DEST DAN, 2 WENDA NE

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di 14’ê tîrmehê de di encmaa pevçûnê de gerîlayê bi navê Erdal Hewreman (Îbrahîm Ezax) jiyana xwe ji dest daye û têkiliya wan bi 2 gerîlayên din re qut bûne.

LI ŞEMIZÎNANÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan li dijî qereqola Harûna ya navçeya Şemizînana Colemêrgê pêk anîn de agahî da û diyar kir ku 4 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin; “15’ê tîrmehê, demjimêr di 19.00 de gerîlayên me li dijî qereqola Harûna ya navçeya Şemizînana Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di encama çalakiya gerîlayên me de, 5 leşkerên artêşa dagirker a Tirk hatine kuştin.”

3 KAMYONÊN XWARIN JI LEŞKERAN RE DIBIRIN HATIN ŞEWITANDIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê li navçeya Gevera Colemêrgê gerîlayan 3 kampyonên xwarin ji leşkeran re dibirin şewitandin û rûxandine. Di daxuyaniyê de hat gotin; “16’ê tîrmehê, saet di 15.00 de, li navçeya Gevera Colemêrgê, li ser pira Mehendê ya Bêzelê, 3 kampyonên ku xwarin û amûrên din ji qereqola Bêzelê re dibirin ji aliyê gerîlayên me ve hatine şewitandin.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Tirk piştî çalakiyan herêma Çarçelan dane ber obîs û hewanan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku gerîlayan di 11’ê tîrmehê de li navçeya Oltî ya Erziromê wesayek ku ji bo rêyên leşkerî dixebitî şewitandin û rûxandine.