Li kantonên Kobanê û Cizîrê derbên giran li çeteyan hatin xistin

Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li Kobanê de gundekî din hat rizgarkirin û yek jê serçete 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Li derdora Qamişlo jî ji ber gefa DAIŞ'ê ya li sivîlan, 22 gund hatin rizgarkirin û herî kêm 11 çete li vê herêmê hatin kuştin.

Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên li Kobanê de gundekî din hat rizgarkirin û yek jê serçete 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Li derdora Qamişlo jî ji ber gefa DAIŞ'ê ya li sivîlan, 22 gund hatin rizgarkirin. Di pevçûnên li vê herêmê de jî herî kêm 11 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku pêngava duyemîn a paqijkirina gundên Kobanê ji çeteyên dijminê mirovahiyê, di merheleya serketinê de dewam dike û der barê operasyonên roja 160. a berxwedanê de ev agahî bi raya giştî re parve kir:

LI ROJHILAT GUNDÊ KÊLIKÊ HAT RIZGARKIRIN: YEK JÊ SERÇETE 13 ÇETE HATIN KUŞTIN

"Di operasyoneke şevê din a li rojhilatê Kobanê de gundê Kêlik ji bin dagirkeriye terorîstan hatiye derxistin. Piştî rizgarkirina gund komên terorîstan êrîşî gund kirin. Lê êrîşa terorîstan bê encam ma û hêzên me terorîst paşve avêtin. Di pevçûnên li vê qadê 13 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin. Termê 6 terorîstan jî ketiye destê hêzên me. Yek ji wan çeteyan hatiye kuştin emîrek e. Hêzên me li vir dest danîn ser doçkakê 23 mm, 6 kleş û 15 şarjorên kleşê, 1 BKC, 10 bombeyên destan û bêtelêk.

Îro ber destê sibehê, li eniya başûr di navbera hêzên me yên bi pêş ve diçûn û komên çete de pevçûnên dijwar qewimîn. Pevçûnên li qadên Qil Haydê, Girêk, Girî Sîdar, Rêbenda Dîcle û Cedê rû dan, hînê didomin. Di pevçûnan de hejmarek zêde terorîst hatin kuştin. Der barê pevçûnan de piştre wê agahiyên zelal wê piştre bên parvekirin."

22 GUNDÊN LI DERDORA QAMIŞLO HATIN PAQIJKIRIN: 11 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku duh bi şev li qada sêgoşeya Qamişlo, Til Hemîs û Hedadê operasyoneke berfireh hatiye lidarxistin û di vê der barê ev agahî da.

"Operasyon, bi armanca ewlekariya cih û warên sivîlan ku di bin metirsiya terorîstên DAIŞê yên ku amedekariya êrîşek dikirin de hatiye lidarxistin. Hêzên me di demeke kurt bi pêş ve çûn û 22 gund  ji terorîstan rizgar kirin. Navên gundên ku hatine rizgarkirin wihaye; Ziyaba, Hêmir, Hêmir Ekkaş, Çil Barat, Çil Barata Bicuk, Mezraa Çil Barat, Xirbetil Bexil, El Huriyye, Migrênat, Bezuna, Xirbetil Teyr, Tawil, Mazluma, Taya, Cêlekê, Mezraa Ebu Hesen, Heyahî, Amudiyê, Zirêc, Farsok Kebir, Qesrê Faris, Neeç.
Di van pevçunan de 11 kuştiyên terorîstan hatine tespîtkirin. Hêzên me tevî 5 termên çeteyan dest danîn ser 2 wesaîtên pick-up, 1 doçkayê 14,5 mm, 4 kleş û 12 şarjorên kleşê, 4 rext, 1 roketavêja B7 û 8 roketên wê."

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand, ku di çarçoveya heman operasyonê de hêzên YPG/YPJ'ê îro danê sibehê ber bi gundên Xezaa û Selîmê yên li başûrrojavayê Cezaa ve bi pêş ve diçin û got, "Li vê qadê pevçûnên dijwar diqewimin. Der barê operasyonê de wê piştre agahiyên zelal bi raya giştî re werin parvekirin."