Li Hezexê teqîn: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
Di teqîna li navçeya Hezexê de zarokekî 8 salî jiyana xwe ji dest da.
Di teqîna li navçeya Hezexê de zarokekî 8 salî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Hezex a Şirnexê, di êrîşên qirkirinê yên ku çeteyên Qesr/AKP’ê 44 rojan domandin de, bi dehan kes hatin qetilkirin û bi hezaran avahî hatin hilweşandin.
Hezexî ji bo dermankirina birînên xwe vegeriyane navçeyê, lê li Taxa Tûrgût Ozal hê nayê zanîn ji ber çi teqînek qewimiye.
Di teqînê de zarokê bi navê Muslum Îlhan (8) jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Muslum Îlhan rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.