Duh şev li navçeya Hezex ya Şirnexê li ser rêya Qeymeqamtî û lojmanên Leşkerî heyî du teqîn pey hev yên bombeyên deng rû da.
Li gorî agahiyan; duh di demjimêrên 22.00’an de li navçeya Hezexa Şirnexê li nêzî Qeymeqamtî û lojmanên Leşkerî 2 bombeyên cûda yên deng teqiyan. Teqînên ku li nêzî lojmanên leşkerî yên li ser rêya Alanya Taxa Atakentê bû sedema panîkê. Teqînên ku ji aliyê kes yan kesên nasnameya wan nediyar ve hate pêkanîn, piştî bûyerê gelek polîs sewqî taxê kirin.