Li Hewlêrê meşa girseyî ya ji bo azadiya Ocalan
Însyatîfa Gelê Hewlêrê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh êvarî bi girseyeke mezin meşiya.
Însyatîfa Gelê Hewlêrê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh êvarî bi girseyeke mezin meşiya.
Însyatîfa Gelê Hewlêr ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh saat di 18:00 de bi bi tevlibûnekî mezin a ji şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cudî û bi piştgiriya partiyên HDP, PYD, Tevgera Azadî û rêxistinên RJAK, Kongreya Star, Ciwanên Welatparêz û Saziya Karkerên Mezopotamya meşek lidarxist. Meş li ber deriyê Îkameya Hewlêrê destpê kir. Girseya gel bi dirûşman û hildana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan.
Berî daxuyaniya çapemeniyê were xwendin ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyaniya li ser navê Însyatîfa Gelê Hewlêr ji aliyê Solîn Kaka ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser tecrîta li ser Ocalan û bang li raya giştî hate kirin ku li dijî vê rewşê bêdeng nemîne. Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku divê demildest parêzer, malbata Ocalan û şandeyek bi Ocalan re hevdîtinê bike û tecrîd bi dawî bibe.
Piştî daxuyaniya li ser navê însyatifê, Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Mexmûrê Hecî Kaçan axivî û diyar kir ku pêwîste li hember vê rewşa Ocalan, Netewên Yekbûyî bêdeng nemîne û bi erka xwe rabe. Di heman demê de Kaçan daxwaz kir ku CPT jî demildest encamên lêkolîn û hevdîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi raya giştî re parve bike.
Meş bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kesek Nikare Roja me tarî bike" û "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.
Hêjayî gotinê ye, dema ku ciwan û gelê Mexmûr dixwestin biçin beşdarî meşa Hewlêrê bibin, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin astengkirin, bi biryardariya gel rê hate vekirin. Piştre çûn beşdarî meşê bûn.