Li Hewlêrê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
Li Hewlêrê di pêşengtiya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê de 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi beşdariya hezaran kesî li herêma Dilopa ya li ser rêya Kesnezan hate lidarxistin.
Li Hewlêrê di pêşengtiya Komeleya Karkerên Mezopotamyayê de 1’ê Gulanê hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi beşdariya hezaran kesî li herêma Dilopa ya li ser rêya Kesnezan hate lidarxistin.
Li bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê 1’ê Gulanê bi awayekî girseyî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hevseroka KNK’ê Nulîfer Koç û endama RJAK’ê Jiyan Koye axivîn, peyama Komeleya Karkerên Mezopotamyayê xwendin.
Îro li bajarê Hewlêrê bi pêşengtiya Komeleya Karkerên Mezopotamya, bi dirûşmeya ‘Bi pêşengiya Rêberê azad me dest bi têkoşînê kir û bi têkoşînê em ê ser kevin’ saet 15:30’an bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakiya pîrozbahiyê ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê despê kir, piştre peyama kedkarên Kurdistanê ji aliyê parêzer Elî Baran ve hat xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Em cejna kedkaran di serî de li hemû kedkarên Kurdistan û cîhanê pîroz dikin. Her wiha li hemû karker û Birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin ku bi têkoşîn û xebatê gelê Kurd gihandiye serketinê.” Di dawiya peyamê de banga bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê li tevahî karkeran hate kirin.
Piştre peyama RJAK’ê jî ji aliyê Jiyan Hewlêr hate xwendin. Hewlêr, pîrozbahî li jinên karker û hemû têkoşeran pîroz kir. Her wiha peyama Kongreya Neteweyiya Kurdistanê (KNK) ji aliyê Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç ve hate xwendin, ev roj li dayikên karker û şehîdan pîroz kir û wiha dewam kir: “Ji bo li Rojhilata Navîn şer raweste, em banga yekgirtinê li hemû Kurdan dikin. Ji ber dema me neteweya xwe azad kir, em dikarin ji bo azadiya hemû mirovan jî bibin pêşeng. Şoreşa îro li Kurdistanê tê meşandin şoreşa gelên cîhanê ye.”
Piştre komîteya amadekar a çalakiyê diyar kir ku peyama PYD’ê wê ji aliyê Xerîb Hiso ve bihata xwendin, lê ji ber asayîşa PDK’ê destûr neda Hiso bikeve Hewlêrê, peyamek kurt şandiye û ev roj li tevahî karkeran pîroz kir.
Piştî axaftinan Koma Zagros, Miştenûr û hunermend Mihemed Yasîn derketin ser dikê û stran gotin.
Her wiha komîteya amadekar diyar kir ku di bernameyê de tevlîbûna Hunermend Diyar Dêrsim jî hebû, lê ji ber li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê hatiye astengkirin, tevlî pîrozbahiyê nebûye.