Li Hewlêr û kobanê darbeya AKP'ê hate protestokirin

li Hewlêr û Kobanê li dijî girtina parlamenter û Hevserokên HDP'ê, bi daxuyanî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Hate diyarkirin ku divê gelê Kurd bi hestê Kongereya Neteweyî rabin serhildanê.

Li dijî girtina parlementer û Hevserokên Giştî yên HDP'ê, Nûnertiya HDP'ê ya Herêma Kurdistanê îro saat 16:00’an de li ber deriyê Parka Şanedar a Hewlêrê bi piştgiriya partiyên weke Tevgera Goran,YNK, Partiya Zehmetkêşana Kurdistanê,Tevgera Azadî û Komela Îslamî,Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê , PYD û rêxistinên mafê mirovan û jinan daxuyaniya çapemeniyê hat dayin.

Hevseroka Nûnertiya HDP'ê Şîlan Emînoglû di civîna çapemeniyê de axivî û da diyarkirin ku wê hewldanên Erdogan negihîn armanca xwe û wiha got: "Erdogan ne tenê li dijî Kurdên Bakur darbeyekî siyasî kiriye, Erdogan xwedî ferasetekî dijminahiyekî li beramberê hemû gelê Kurd e."

Şîlan Emînoglû di dawiya axaftina xwe de ragihand Kurd bi xwîn û keda xwe hatine vê astê û got ku wê Kurd ti caran serî natewînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bangî Erdogan dikim çavê xwe baş veke û Kurdan baş binase, te 7 bajarên Kurdan kavilkirin, te bi sedan ciwanên me qetilkirin, şewitandin û kimya kirin. Te bi hezaran siyasetmedarên me xistin girtîgehan û bi milyonan gelê feqir koçberkir. Bi dehan şaredariyên me qeyum avêtê û çapemeniya azad tepisand lê ev ne ji kêrhatiy te ji tirsa te ye, Kurd wê li ber te çûk nedane. Zilm şurekî du deve, te devek avêt Kurdan wê devê din li te vegere. Tu dibêjî ez Ebdilhemîdim min koşkek çêkir ez ê tê da rûnim, tu dibêjî ez ê di sedsala 21'an de Mûsil'ê, Helebê û Kerkukê bigrim lê tu wê weke Enwer Paşa siwar herî peya vegerî."

Di çalakiyê de nunerên partiyên beşdarbûyîn li dijî vê helwesta dewleta Tirkiyeyê banga yekbûnê û girîngiya Kongreya Netewî li tevahî partiyên siyasî yên kurdan kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên, "Bijî Serok Apo", "Terorîst Erdogan" û "Bijî Yekitya Gelê Kurd" bi dawî bû.

KOBANÊ

Yekîtiya Jinên  Ciwan li Kantona Kobanê bi meşekê gerseyî kiryarên dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê û binçavkirina hevserokên HDP`ê şermezar kirin.

 Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Kobanê beriya li darxistina konferansê xwe yekemîn li Kobanê, ji bo şemezarkirina êrişên dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê û binçavkirina hevserokên HDP`ê û wekîlên HDP`ê meşek orgîneze kirin. Meş ji ber eywana Meclîsa Zagonsaz hat destpêkirin.

Şêniyên Kobanê, saziyên civaka sivîl, Kongreya Star, TEV-DEM û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî tevlî meşê bûn.

Meş ku li kolanên bajar dewam kir, beşdervanan al û sembolên Kurdî û wêneyên Rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan hildabûn û bê navber siloganên şermezarkirina dewleta Tirkiyê û hikumeta AKP`ê û piştgiriya gelê Kobanê ji bo Bakurê Kurdistanê re, diqêriyan.

Li Qada Aştî meş veghurî mîtingê. Di axaftinê ku li vir hate kirin de bal kişand ser têkoşîan gelê Bakurê kurdistanê ya di rizgarkirina Kobanê. Divê gelê Kurd li her devera lê bijî piştgiriyê bide Bakurê Kurdistanê.

Mîting bi siloganên silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê bi dawî bû.