Li Hesekê şer dîsa qewimî

Li Hesekê dîsa di nava hêzên asayîş û rejîmê de şer derket.

Li gorî ajansa ANHA’yê; li Hesekê dîsa hêzên rejîmê êrîşî herêmên di bin kontrola Asayîşê de kirin. Rejîmê êrîşî herêmên li nêzî Benzînxaneya Merşo, Kolana Qamişlo, Kanîseya Asûriyan û Taxa Meskîn kirin. Li ser vê yekê hêzên asayîşê jî bersên tund da.  Şerê ku der ketî hê jî dewam dike. Bi vê yekê dawî li şerê ku duh di saet 21:00’an de hatibû rawestandin, hat.

Hêzên rêjîmê duh saet di 12.50’yî de êrîşî welatiyên sivîl û bendên kontorlê yên Asayîşê ku li nava Sûka bajar û Taxa Neşwa Şerqî kirin. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê bersiv dan û şer derket.

Di encama şerê ku heta saet 21.00’an bi dijwarî dewam kir, 14 leşkerên Rêjîmê hatin kuştin û 8 birîndar bûn. Her wiha 2 endamên Asayşê jiyana xwe ji dest dan û 8 welatiyên sivîl jî birîndar bûn.