Li Hesekê meclîsa hevpar a gelan
Li taxa leşkerî ya Hara ya Hesekê, ku Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî bi hev re dijîn, meclîsa gel a ji yekbûyîna 22 komunan hat vekirin.

Di nava meclîsa navê Şehîd Lorans Eswîd lê hat kirin de, komîteyên parastin, sûlh, jin, perwerde û xizmetê hatin avakirin. Ji bo Hevserokatiya Meclîsê jî Rîma Îsa û Eswe Şêx Qinê hatin hilbijartin.
Herêmên Saha Reîs, Gaziya Marşo û Malên Doktor ên beriya niha ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve ji rejîma Baas hatin rizgarkirin, bi Meclîsê ve hatin girêdan.
Hevserokê Meclîsa Gel a Hesekê Elî Ferman di civîna destpêkê ya meclîsê de axivî û xweseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê hat ragihandin, silav kir. Ferman got, "Dihat zanîn ku ev sîstem wê li tevahiya Kurdistanê belav bibe, dûre jî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bibe hêvî. Ji ber ku di nava vê sîstemê de desthilatdarî nîne, berjewendiyên şexsî nîne, fedekariya ji bo gelê xwe heye û ya herî girîng jî xwerêveberiya gel heye. Ji bo dîtina vê rastiyê, pêwîstî pê nîne ku mirov bi dûra ve biçin, ev Meclîs îspata vê ye."
Taxa Leşkerî ya Hara navê xwe ji leşkergeha Fransaiyan ku di sala 1940'î de Fransayê ji bo leşkerên xwe ava kir, digire. Li vê taxê Suryanî, Asûrî, Kurd, Ermenî, Ereb, her wiha bawermendên Katolîk û Ortodoks bi hev re dijîn.