BI DÎMEN

Li Hesekê gel birin qadên ewle

Li Hesekê şerê ku ketî roja şeşan giran dibe. Li ser vê jî YPG'ê û hêzên Asayîşê korîdorek vekirin û gelê li qadên di bin kontrola rejîmê de bûn, birin cihê ewle.

Bi sedan kesên ku li Xwedan û Neşwa Xerîbed asê mayin, birin cihê ewle yên di jêr kontrola Rêveberiya Xweser a Demokratîk.

Di şerê Hesekê de, rejîm tank, top, hewan û balafiran bi kar tîne. Heya niha 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jê birîndar bûn. Ji ber bombekirina rejîmê ziyan gihaşt gelek mal û kargehan.

Di bombekirina şevê din de, hêzên rejîma Baas a Sûriyeyê, bi hewanan êrîş bire ser taxên ku sivîl lê dijîn.

Di encama êrîşan de ku taxên Miftî, Eziziya, Salihiye û Mesakin hedef hatibûn girtin, jinek bi giranî birîndar bû.

...