Li Hesekê 32 leşkerên rejîmê hatin kuştin
Li Hesekê di şerê îro de herî kêm 32 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 33 leşker jî ji hêla şervanên YPG’ê dîl hatin girtin.
Li Hesekê di şerê îro de herî kêm 32 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 33 leşker jî ji hêla şervanên YPG’ê dîl hatin girtin.
Şerê ku bi êrîşên provokatîf ên rejîmê û çeteyan 16’ê Tebaxê destpê kiribû, didomin. Hêzên YPG/Asayîş/HPC’ê derbeyên giran li rejîma Baasê didin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê, di şer de ku ji duh ve li taxên Mesakin, Neşwa Şerqî û Xiwêran diqewime, bi dehan leşkerên rejîmê hatin kuştin û gelek nuqte hatin bidestxistin.
Ji duh ve, qasî ku hatiye zelalkirin, li xeta nêzî stasyona Trênê ya li Taxa Mesakin 3, li Xiwêran 11, li sûka bajar jî 15 leşker û pêxasên wê hatin kuştin. Li sûka bajar doçkayek 12.5 jî hat rûxandin.
Li taxa Neşwa a li aliyê Çiyayê Kizwanan 33 leşkerên rejîmê dîl hatine girtin. Di nava leşkerên hatine girtin de 12 yên payebilind hene. Her wiha 3 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar in. Li vê herêmê girekî stratejîk ji hêzên rejîmê hat paqijkirin, kamyonek û 2 pîkabên leşkerî hatin desteserkirin.
Şer niha li Taxa Xiwêran didome û tax ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatiye dorpêçkirin.