NÛ BÛ

Li Hesekê 11 leşkerên din ên rejîmê hatin kuştin

Di şerê li Hesekê de 11 leşkerên din ên rejîmê hatin kuştin.

Şerê li Hesekê, ku ji ber êrîşa hêzên rejîmê destpê kir, bi tundî dewam dike. Duh li rojhilatê Neşwa Şerqî, taxa Xweran, navenda sotemeniyê ya Merîo, kolana fîlîstînê ya li sûka bajêr û derdora Nexweşxaneya Îhsan Begî şerekî dijwar qewimî.

Her wiha li herêma Kewkeb a ku bi 10 kîlometreyan li rojhilatê bajêr e û biryargeha leşkerî ya hêzên rejîmê lê ye, bi çekên giran şer diqewime.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatine girtin, duh 2 sekvanên li avahiyên bilind ên li navenda bajêr bi cih bûbûn û 5 leşkerên din ên rejîmê li derdora Nexweşxaneya Îsam Bexdê hatin kuştin.

Li taxa Neşwa Rojhilat jî leşkerekî rejîmê hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Danê êvarê jî leşkerên rejîmê hewl dan sekvanên xwe li avahiyên bilind bi cih bikin. Di şerê li vir de 3 sekvan hatin kuştin.

REJÎM HAWANAN DAVÊJE TAXAN

Di vê navberê de, hêzên rejîma Baasê hawanan davêjin taxên Hesekê yên sivîl lê ne. Di van êrîşan de taxên Miftî, Ezîziye, Salihiye û Mesakinê hedef hatin girtin. Ji ber êrîşan jinek bi giranî birîndar bû.