Li herêma sînor a Colemêrgê çalakiyên bi bandor
HPG'ê ragihand, roja 14'ê Hezîranê hêzên gerîla bi çekên giran li qereqolên Rûbarok, Mamreş, Bezelê, Zeytê, Tepê Çete û Grana yên li ser xeta sînor a Gever û Şemzînanê ne, xistin e.
HPG'ê ragihand, roja 14'ê Hezîranê hêzên gerîla bi çekên giran li qereqolên Rûbarok, Mamreş, Bezelê, Zeytê, Tepê Çete û Grana yên li ser xeta sînor a Gever û Şemzînanê ne, xistin e.
HPG'ê ragihand, roja 14'ê Hezîranê hêzên gerîla bi çekên giran li qereqolên Rûbarok, Mamreş, Bezelê, Zeytê, Tepê Çete û Grana yên li ser xeta sînor a Gever û Şemzînanê ne, xistin e.
Li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîlayan, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
"Roja 14'ê Hezîranê saet di 04:30 de hêzên me yên gerîla li hemberî qereqolên Rûbarok, Mamreş, Bezelê, Zeytê, Tepê Çete û Grana yên li ser xeta sînor a Gever û Şemzînanê ne, bi çekên giran çalakiyeke berfireh lidar xistin.
Di vê çalakiyê de derbên giran li çepereke A4 û tankek li qereqola Mamreşê hat xistin; çeper bi temamî hat rûxandin û tank jî hat derbkirin. Her wiha bi hawanan li wesayîtên zirxî yên li qereqolê hatine xistin û derb li gelek wesayîtan ketine. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vê derê nehat zelalkirin.
Baskekî din ê çalakiyê bi çekên giran li qereqola Tepê Çete xist. Di encama vê lêdanê de leşkeran xwe ji gir vekişandin û ketin nava qereqola Zeytê. Hêzên me derbên xurt li çeper û kûleyên li qereqola Zeytê xistin û 2 leşker li vir hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêmê.
LI PÎRANÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ TABÛRA TANKAN
Roja 13'ê Hezîranê saet di 16:30 de hêzên me yên gerîla li hemberî tabûra tankê ya li navçeya Amed Pîranê çalakiyek lidar xistin. Li vê dabûra ku bi çekên navîn û ferdî lê hat dayîn, 3 leşker bi giranî birîndar bûn. Lê belê hejmara zelal a mirî û birîndarên leşkeran bi dest neket. Piştî çalakiyê artêşa TC hawan avêt qutarê Tunegrat û girê Ziyaretê.
14'ê Hezîranê saet di 01:00 de, hêzên me yên gerîla li hemberî Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Bedlîs Tetwanê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de kûle, panzer û benzînxaneya fermandariyê hedef hatin girtin û bi çekên giran derb lê hat xistin. Li vir, panzerek hat derbkirin û xisareke mezin li kûleyê çêbû. Lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.
Komek ji gerîlayên me roja 14'ê Hezîranê dema diçû qada Nanîvan a navçeya Xîzanê li leşkerên artêşa TC rast hat û li vir şer derket. Piştî vî şerî artêşa TC hawan avêt derdora xwe. Hêzên me bi rengekî serketî vegeriyan baregehên xwe.
14'ê Hezîranê saet di 18:20 de hêzên me li dijî qereqola Îskambû ya li navçeya Sêrt Xizxêrê çalakiya sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.
ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ QADÊN GERÎLA
Roja 14'ê Hezîranê saet di navbera 15:30-16:00 de balafirên şer ên artêşa TC li qada Tabûra Ereba a li herêma Avaşînê, saet di navbera 22:30-23:00 de jî li quntara Girê Şehîd Rizgar ê li herêma Avaşînê xistin.
14'ê Hezîranê saet di 15:50 de balafirên şer bombe li gundê Werxalê yê li herêma Zapê barandin."