Li herêma operasyonê anonsa xeter

Li herêma operasyonê anonsa xeter

Operasyonên ku li sêgoşeya Amed, Çewlîk û Mûşê dest pê kiribûn ev 3 roj bin didome. Hate zanîn ku keyayên gundê girêdayê bajaroka Kizilagaç a Muşê di hoperlorên mizgeftên gund de anonsa ‘Sewalên xwe dernexînin derve û neçin çiyê’ kirine. Ev anons jî tê wateya ku operasyon dê berfireh bibe û dê çekên kîmyewî bên bikaranîn.

Di 13’ê gulanê de li navçeya Pasur a Amedê, gerîlayên HPG’ê bi şev rê kontrol kirin û di kontrolê de Serokê AKP’ya Pasurê Veysel Çelîk girtibûn. Ji ber vê di 14’ê Gulanê d eli sêgoşeya Amed, Çewilîk û Muşê ji aliyê 7’emîn Baskordûya operasyona leşkerî hate dest pêkirin û hê jî didome. Operasyon hem hewayî û hem jî bejayî hatibû meşandin û di pevçûnên duh de serbazek û 3 cerdevan birîndar bibûn.

Operasyona k li Serê Sipî, Çiyayê Kozme û Şenyayla dimeşe de,hate zanîn ku bi helîkopterên yekineyên taybet şandine nokteyên stratejîk. Ev sê rojin pevçûn didomin. Ji bajarên herêmê sewqiyata leşkerî tê kirin û duh êvarê jî yekineyên Komandoya Taybet ya Foça ya Îzmîrê sewq kirin.

ANONSA ‘SEWALÊN XWE DERNEXIN Û NEÇIN ÇIYÊ’

Hate zanîn ku îro nêzî 200 tîmên taybet şandine herêma Senyayla û Serê Sipî. Her wiha ji bajaroka Kizilagaç a Muşê jî nêzî 75 cerdevanî bi helîkopteran sewqî herêmê kirine. Li herêma operasyonê ya herî zêde balê dikişîne jî ev bû keyayên gundên bajaroka Kizilagaç bi hoperlorên mizgeftê anonsa ‘Sewalên xwe dernexînin derve û neçin çiyê’ kirine. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku ev yek tê wateya ku dê operasyon berfireh bibe û dê çekên kîmyewî bi kar bînin.

Di vê navberê de hate zanîn ku ji Fermandariya Alay a Muşê jî ji bo Şenyaylayê sewqiya cebilxane û leşkerî kiriye.