Kadroyên Pêşengên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Hakî Karer, pêşengên PKK'ê Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Eşref Anyik, Mahmut Zengin yên ku weke “Çaran” tên nasîn û pêşengên tevgera Şoreşgerên Tirkiyeyê Îbrahim Kaypakkaya, Orhan Bakir li Stenbol, Amed, Sêrt, Riha, Wan û Şirnexê bi girseyî hatin bibîranîn. Di bîranînan de hate diyarkirin ku dê têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane bilind bikin û pêş bixin.
STENBOL
Pêşengên Tevgera Şoreşgerên Tirkiyeyê Îbrahim Kaypakkaya, Orhan Bakir, pêşeng û sazûmankarên PKK'ê Haki Karer, pêşengên PKK'ê Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Eşref Anyik, Mahmut Zengin, ji aliyê Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê, endamên DYG û YDG'ê û gelek kesên din amade bûn Xwendekarên ku daxuyani dan wêneyên Çaran, Haki Karer û Îbrahim Kaypakkaya rakirin. Ciwanan pankartên "Şehîdên şoreşê nemirin" vekirin û dowîzên navê Karer, Kaypakkaya û Çaran li ser hatibû nivîsandin rakirin. Xwendekaran di meşê de bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Polîsên qatil ji zanînghê bicehimin" berz kirin.
Xwendekarên ku li ber deriyê zanîngeha Stenbolê daxuyanî dan navên 4'an, Kaypakkaya û Karer berz kirin û hevalên wan jî bersîva "Dijî" dan. Li ser navê xwendekaran Tufan Çiçek, daxuyanî da. Çîçek, anî ziman ku di meha gulanê de 18'ê Gulanê rojek taybet û herî girîng e. Çîçek, da zanîn ku ew dê têkoşîna wan bilind bikn û bişopînin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Endamên Hewldana 78'an jî li ber dibistana ku Îbrahim Kaypakkaya lê xwendibû ya Lîseya Mamostetiya Anadolu ya Çapayê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên 78'an li vir Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn, Necmî Oner, Hakî Karer û Orhan Bakir jî bibîr anîn û diyar kirin ku dê li têkoşîna wan xwedî derkevin.
WAN
Li Wanê jî bi heman armancê û ji bo endamê HPG’ê Ayhan Koçak (Şervan Botan) di pêşengiya MEYA-DER’a Wanê de bîranîn û mewlûd hate xwendin. Ji bo sersaxiya endamê HPG’ê Koçak ku li taxa Şabaniyê ya Wanê konê şînê hatibû vedan bi mewlûdê şîn bi dawî bû. Di bernameyê konê "Şehîdê Gulanê" de bîranîn hete li darxistin. Du konê ku hatin vedan bi Posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pêşengên PKK’ê, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, endamê HPG’ê Koçak, endamên HPG’ê yên di bûyerên cûda de jiyana xwe ji dest dane û bi alên PKK û KCK’ê hatin daliqandin û xemilandin. Di bîranînê de Parlementerê û rêveberên BDP'ê yên Wanê û Sixkê, endamê Meclîsa giştî û Şaredariyê, Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê û bi sedan welatî amade bûn. Piştî mewlûd ji aliyê Melên Komela Melan a Wanê ve bi Kurdî hate xwendin, bernameyê bi rêzgirtinê berdewam kir. Piştî rêzgirtinê girsê dirûşma “Şehît namirin” berz kir. Di dema mewlûd xwendinê de dayikên endamê HPG’ê Kutluk û Koçak wêneyên zarokên xwe hilgirtin.
Di axaftinên xwe de "Şehîdê Gulanê" bi bîranîn
Serokê Şaxa MEYA-DER’a Wanê Îbrahîm Alkan, diyar kir ku ew dê heta dawî têkoşîna Şehîde Gulanê bidomînin û bilind bikin. Bavê Koçak Feyzî koçak jî bi xêrhatina hemû beşdarvana kir û got kurê wî şehîdê hemû Kurdîstanê ye.
Piştî axftinan ji bo beşdarvana xwarin hate dayîn. Piştî axftinan ji bo beşdarvana xwarin hate dayîn.
AMED
Li Amedê jî bîranîna kesên di 18'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabûn, Komeleya 78'an li ber Girtîgena Tîpa E ya Amedê daxûyanî dan paçemeniyê. Alkan diyar kir ku îşenceya Amede ji bîr nabe û nayê ji bir kirin. BDP, ESP, TAY-DER, ÎHD, SES û Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê tevlî daxûyanîyê bûn. Di daxûyaniyê de, wêneyên şoreşgerên ku jiyana xwe ji destdane hetin rakirin û pankartên "Pêwîste Tirkiye bi 12 Îlonre rû bi rû bimîne, girtigeha noluya 5 bila bibe mûze", "ji bo jiyaneke rûmet, mirin dan berçavên xwe" hatin vekirin. Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan daxûyanî xwend û diyar kir ku meha Gulan ê meha şehîdane. Alkan anî ziman ku li îro roja bîranîna îşkenceya 18'ê Gulana 1973'ane û wiha axivî: " Îbrahîn Kaypakkaya, Haki Karer, Ferhat Kurtay, Eşref Aynik, Necmî Oner û Mahmût Zengînan bi berxwedaneke mezin şehîd ketin. Meha Gulanê meha şehîdane. Komara Tirkiyeyê ji berê heya niha bi tecrûbeyên ku dest xistine, bûye weke dewletê şer. Denîzan, Mahîran, Îbrahîman ev sûrê dewletê yên şerê teybet herifandine." Piştî daxûyaniyê qornefîl li pêşiya girtîgehê hat danîn.
SÊRT
Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê jî li avahiya xwe de merasîma bîranînê li dar xist. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê Dîlber Sevîm, Serokê navçeya navendî Halît Kaçar, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Dihê Lezgîn Kiliç, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Dayîkên Aştiyê û gelek saziyên din tevlî bîranînê bûn. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona têkildarî kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan hate pêşandan û helbest hatin xwendin.
PIRSUS
Rêxistina BDP'ê ya Pirsusê û Nûnertiya MEYA-DER'ê jî bi heman armancê li salona konferansê mewlîd dan xwendin. Piştî mewlîdê rêzgirtin pêk hat û sîneviyon hate pêşandin. Piştî sîneviyonê xwarin hate belavkirin. Serokê Rêxisitna BDP'ê yê navçeyê Muhsîn Ceylan li ser girîngiya rojê axaftinek kir.
SILOPÎ
Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê ji bi heman armancê ji bo Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmut Zengîn ên ku di 18'ê gulana 1982'yan de li Girtîgeha Amedê bendenên xwe dan ber agir merasîmeke bîranînê li dar xist. Merasîm li avahiya BDP'ê ya navçeyê pêk hat. Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Mutalîp Sakman, endamên Dayîkên Aştiyê, endamên meclîsa şaredariyê û bi sedan welatî tevlî merasîmê bûn. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Mutalîp Sakman, diyar kir ku ew dê her tim xwedî li nirxên xwe yên giran biha derbikevin û wiha got: "Heke îro me li vir têkoşîna azadiyê bidin û li vir in di saya wan de ye. Xwedî derketina şehîdan xwedî derketina têkoşîna wan e." Merasîm bi sînevîyonê û sloganan bi dawî bû.