Li hemberî çapemeniya azad operasyon: Zêdetirî 30 kesî hatin binçavkirin
Polîsên tîmên taybet ên girtin ser avahiya KURDÎ-DER, di nav wan de ku xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat û Weşanên Aram jî hene nêzî 30 kes binçav kirin.
Polîsên tîmên taybet ên girtin ser avahiya KURDÎ-DER, di nav wan de ku xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat û Weşanên Aram jî hene nêzî 30 kes binçav kirin.
Polîsên tîmên taybet piştî pevçûnên li derdorê girtin ser avahiya ku DÎHA, Azadiya Welat, Weşanên Aram û KURDÎ-DER jî têde. Polîsan nûçegihanên ajansa DÎHA jî di nav de, hemû xebatkarên saziyên di avahiyê de birin qata jêr, dest danîn ser nasname û telefonên wan û li hember wan êrîş bi kar anî. Polîsan paşê 30 kesên xebatkarên DÎHA, Azadiya Welat, Weşanên Aram û KURDÎ-DER binçav kir. Kesên hatin binçavkirin kirin otobusan û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
Hat diyarkirin ku di destê polîsên ku girtine ser avahiyê de ti destûreke lêgerînê ya fermî nîne.