Li hember taxên Şirnexê êrîşên obusên bi lazer

Li Şirnexê ku şer ji nû ve dijwar bûn, li hember taxên berxwedanê obusên bi lazeran têne bikaranîn.

Li Şirnexê ku şer ji nû ve dijwar bûn, li hember taxên berxwedanê obusên bi lazeran têne bikaranîn

Li Şirnexê piştî çalakiya şervanên YPS û YPS JIN’ê ku di wesayîta bi roketan çûnê de 3 tîmên taybet kuştin, şer hê dijwartir bû. Bi şerên dijwar ve, çeteyên Qesrê topbarana bi tankan jî zêde kir.

Hêzên çekdar ên rejîma AKP’ê ji bilî topbaranê, bi obusên bi lazeran êrîşî taxên Yenî, Îsmetpaşa, Aydinlikevler û Bahçelîevler dikin. Li taxên berxwedanê cih bi lazerê têne nîşankirin û piştre jî bi obusan bombe dikin. Her wiha topbaran jî bênavber didome.

Li taxên berxwedanê cih bi cih şerên giran diqewimin, ji wesayîtên zirxî yên li derdora bajêr hatine bicihkirin jî sirûdên nîjadperest hatine vekirin.