Li Gumuşhane û Gîresûnê çalakiyên gerîla
HPG'ê berpirsyariya çalakiyên sabotajê yên li hemberî bendavên li Gumuşhane û Gîresûnê girt ser milê xwe.
HPG'ê berpirsyariya çalakiyên sabotajê yên li hemberî bendavên li Gumuşhane û Gîresûnê girt ser milê xwe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku hêzên gerîla roja 2'ê Gulanê li Gumuşhane û Gîresûnê li hemberî bendavan çalakiyên sabotajê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:
"Roja 2'ê Gulanê saet di 04:00 de yekîneyeke me ya gerîla li gundê Uçtaş ê navçeya Gumuşhane Kurtunê, li hemberî santraleke hîdroelektrîk çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di heman demê de yekîneyeke me ya din, li hemberî bendava li ser çemê Gavres ê li navçeya Gîresûn Dogankentê çalakiya sabotajê lidar xist. Di encama van çalakiyên sabotajê de santrala hîdroelektrîk û bendav hatin rûxandin.