Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, daxwaza girtiyên siyasî ya ji bo temaşekirina IMC TV bi pêkanînên kêfî tê redkirin. Girtiyên jin bi daxwaznameyan serî li rêveberiya girtîgehê dan ji bo kirîna cîhazeke ji 100 TL'yî, lê belê rêveberiya girtîgehê bersiva 'pereyê me ji bo wê nîne' dan. Girtiyan gotin 'em ê pereyê wê bidin' lê belê rêveberiya girtîgehê ev pêşniyar jî qebûl nekir. Parêerê hikumxwara doza PKK'ê Dîlek Oz Mehmet Erbîl der barê mijarê de serî li Wezareta Edaletê da û anî ziman ku eger ji wezaretê bersiveke erênî neyê dayîn ew ê ji ber binpêkirina mafê herî însanî yê bingehîn ê agahîwergirtinê, hem serî li hiqûqa navxweyî hem jî ya navneteweyî bidin.
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, tevî ku li hemû qenalên televîzyonê tê temaşekirin jî, qenala IMC TV ji roja dest bi weşanê kiriye û vir ve bi hincetên cuda ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye qedexekirin. Rêveberiya girtîgehê ku beriya niha bi gotina "hûn ji jêrnivîsan fermanê werdigirin" daxwaznameyên girtiyên siyasî yên jin red kiribû, derket holê ku vê carê jî bi gotina "pereyê me ji bo kirîna cîhana 100 TL'yî nîne" daxwaza girtiyan red kiriye.
EV YEK BINPÊKIRINA MAFÊ AGAHÎ GIRTINÊ YE
Parêzer Mehmet Erbîl ku di serdana 16'ê Sibata 2015'an a muwekîla xwe Dîlek Oz de bi vê pêkanîna kêfî hesiya, ji ANF'ê re axivî. Erbîl diyar kir ku ji bo rakirina vê pêkanîna kêfî wan serî li Wezareta Edaletê dane û bibîr xist ku IMC TV qenaleke weşanê ya di bin kontrola RTUK'ê de ye. Erbîl destnîşan kir ku ev pêkanîna kêfî binpêkirina mafê agahî girtinê ye ku yek ji mafên bingehîn ên însanî ye. Erbîl da zanîn ku mafê agahî girtinê mafekî bingehîn e di Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî de cih digire û ragihand, ku eger ev daxwaza wan bicih neyê anîn, ew ê serî li hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî bidin.