Li Girtîgeha Amedê hewildana mudaxeleyê

Li Girtîgeha Amedê hewildana mudaxeleyê

Hate ragihandin ku rêveberiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê xwest ku bi zorê 5 girtiyên 66 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ne bibin nexweşxaneyê. Li Enqereyêjî girtiya Kurd a siyasî Songul Enuştekîn şevê din ji bo mudaxeleyê birin nexweşxaneyê.

Girtiyan daxwaza rêveberiya girtigehê qebul nekirin. Hate hînbûn ku biryara girtî di bin çavdêriya parlementerên BDP'ê de bibin nexweşxaneyê û heke mudaxeleya tibî qebûl nekin çareke din bînin girtîgehê girtin.

Hate zanîn piştî helwesta Serokwezîr Erdogan a li hemberî çalakiya girtiyan a bêhestiyar û daxuyaniya "dê mudaxeleyê" bikin duh rêveberiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê xwest ku 5 girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de û 66 rojin çalakiyê didomînin bibe nexweşxaneyê.

Rêveberiya girtîgehê xwest ku Gerînendenê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat ê berê û Edîtorê DÎHA'yê Tayîp Temel, Davut Polat, Erdal Emeç, Samî Geylanî û Cîhat Bekîr bibe nexweşxaneyê û dema ku dermankirin qebûl nekirin jî çareseke din dê bînin girtîgehê. Piştî îtîraz duh rêveberiya girtîgehê îro carek din bi girtiyan re hevdîtin pêk anî û piştî hevdîtinan 5 girtiyan, di bin çavdêriya wekîlên BDP'ê dê bibin nexweşxaneyê û piştî dermankirin qebûl nekirin paşve bîbîn girtîgehê lihevhatin çêbû. Girtiyên din li hemberî vêyekê helwestekî zelal nîşan da û heke tevgeriyekî din pêk bên dê helwesekî cuda nîşan bidin.

Duh DÎHA'yê nûceya bi navê "Piştî Amedê niha li Mûşê jî amadekariya mudaxeleyê" weşand û Waliyê Amedê ev yek qebûl nekir, lê agahiyên di nûçeyê de yek û bi yek pişt rast dibin. Li gorî agahiyên, şevê din li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê tedbîrên gelek berfireh hatin gitin.

Li Enqereyêjî girtiya Kurd a siyasî Songul Enuştekîn şevê din ji bo mudaxeleyê birin nexweşxaneyê.