Li Gimgimê nobeda azadiya Ocalan
Li navçeya Gimgim a Mûşê di pêşengtiya KCD, DBP û HDP’ê de bi daxwaza ‘Ji Ocalan re azdî’ çalakiya nobedê hate destpêkirin.
Li navçeya Gimgim a Mûşê di pêşengtiya KCD, DBP û HDP’ê de bi daxwaza ‘Ji Ocalan re azdî’ çalakiya nobedê hate destpêkirin.
Bi beşdariya gelek kesan a li pêşiya avahiya Şeredariya Gimgimê çalakiya nobedê ya ‘Azadiya Ocalan’ hate destpêkirin. Di çalakiya rûniştinê de pankarta “Em rê nadin darbekaran! Ji darbeya sivîl û leşkerî re na, ji demokrasiyê em qet tawîzê nadin” vekirin. Di çalakiyê de hevserokêê HDP’ê ya navçeya Gimgimê Mûzzafer Akkoyûn daxuyanî da û bal kişand ser teceîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha anî ziman: “Gelê Kurd tecrîda girankirî ya li ser Rêberê xwe Ocalan qebûl nakin. Em ji jiyana Birêz Rêber Apo bi fikar in. Ji bo ku agahî ji Birêz Ocalan bê girtin divê bi lezgîn heyetek biçe Îmraliyê, divê hevdîtin bê kirin û fikarên gel ên di vî warî de derbas bikin. Ji bo ku tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan bê rakirin divê em hê bi hêztir têkoşînê bimeşînin.”
Piştî daxuayaniyê û şûn de li navçeyê her roj saet di navbera 15:00-17:00’an de wê çalakiya nobedê bê destpêkirin.
Çalakiya nobedê ya ku li Taxa Yeşîlce ya Mûşê di roja 13. de dewam dike.