Li Geverê polîsan êrîşî meşa xwendekaran kir

Li Geverê polîsan êrîşî meşa xwendekaran kir

Xwendekarên dibistana Amadeyî yên li navçeya Geverê ya Colemêrgê dixwînin xwestin ji bo girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de meşekê li dar bixin û lê polîsan êrîşî xwendekaran kir. Ji ber êrîşa polîsan esnafan dikanên xwe girtin û bûyeran destpê kir.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê xwendekarên dibistana Amadeyî xwestin ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan meşekê li dar bixin, lê polîsan êrîşî xwendekaran kir.

Xwendekarên dibistanên Amadeyî yên cuda li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Geverê hatin cem hev. Xwendekarên wêneyên di çalakiya greva birçîbûnê de hilgirtin û dowîzên têkildarî çalakiya greva birçîbûnê de hilgirtin xwestin ber bi girtîgeha kevin ve bimeşin. Xwendekarên hatin ber Otela Osloyê ji aliyê polîsan ve wesayîtên TOMA'yan ve hatin dorpêçkirin.

Polîsên meşa xwendekaran astengkirin bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî xwendekaran kir. Ji ber bombeyên gazê yên polîsan bikaranîn esnafan dikanên xwe girtin û ji ber bombeyên gazê camên gelek wesayîtan hatin şikandin. Ji ber bombeyên gazê gelek xwendekar jî pê bandorbûn. Xwendekar pişt re li taxa Gungorê li qada vala careke din hatin cem hev.

Piştî êrîşê li girtîgeha kevin bûyeran destpê kir û bûyer hêjan didomin.