Li Geverê polîsan êrîşî çalakiya rûniştinê kir

Li Geverê polîsan êrîşî çalakiya rûniştinê kir

Rêxistina BDP'ê ya Geverê ji bo çalakiya birçîbûnê çalakiya rûniştinê li dar xist û piştî çalakî dawî bû polîsan êrîşî girseyê kir. Piştî êrîşa polîsan bûyeran destpê kir.

Rêxistina BDP'ê ya Geverê ji bo çalakiya birçîbûnê ya di roja 66'emîn de meş li dar xist. Piştî meşê çalakiya rûniştinê pêk hat. Piştî çalakî bi dawî bû polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Ciwanan ji bi keviran bersiva polîsan da. Bûyerên bi êrîşa polîsan destpê kir li Qada Azadiyê û li ser Riya Şemzînan berdewam dike.