Li Geverê maşa meşaleyî

Li Geverê maşa meşaleyî

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi armanca bîranîna "şehîdên meha gulanê" meşek meşaleyî hate li dar xist.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi armanc bîranîna kesên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane meşek meşaleyî hate lidarxistin. Gireseya li ber Parqa Çandê ya Musa Anter hate cem hev dest bi meşê kir. Di meşê de sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Tolhildan" û "Şehîd rumeta me ne" hatin berzkirin. Meş li ber salona sînameyê ya berê bi dawî bû û ciwaneke rûpûş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"PKK tevgereke ciwantiyê ye. Şehîdên vê tevgerê pîrozin. Tu hêz nikarin vîna ciwanan ne li çiyayan ne jî li bajaran asteng bikin. Her mirineke ji nû ve vejîne. Ev vejîn di ruh û bedenê ciwanên Kurd de heye. Nêzî 300 rojin li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîd tê meşandin dewlet dê hesab vê yekê bide. Bi bawerî û girêdana şehîdan heta dawiyê Ocalan û PKK".

Piştî daxuyaniyê girse belav bû.