Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, polîsan bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçav kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsan li taxa Eski Kişla bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Gurbet Kaçan, Ugur Ogmen û 3 welatiyên ku navê wan nehat zanîn binçavkirin.
5 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Geverê. Ugur Ogmen, di 6'îlona 2009'an de tev li bernameya Alî Kirca ya Siyaset Meydani bûbû û gotibû "Hûn çawa Ataturk rêber dibînin gelê kurd jî Abdullah Ocalan wekî rêber dibîne." Ogmen, pişt re hatibû binçavkirin û hatibû berdan. Ogmen cara 2'emîn tê binçavkirin.