Li Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê li herêma pevçûnê 2 cenazeyên tê îdîakirin ên gêrîlayên HPG'ê ne hatin dîtin.
Li gorî agahiyan, li Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê li herêma pevçûnê cenazeyê 2 kesên tê îdîakirin ku aydê gêrîlayên HPG'ê ne hatin dîtin. Cenaze ji aliyê gundiyan ve hatin dîtin. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo cenazeyan bigire bi heyetê çû herêmê.