Li gel qedexeyan jî li aqûbeta nasên xwe û kiryarên wan pirsîn

Nas û xizmên kesên hatine nebedîkirin li Amed û Êlihê hatin em hev, li aqûbeta wan pirsîn û xwestin ku kiryar werin darizandin.

Nasên nebedîbûyiyan yên ku her şemî li Amedê li Parka Koşuyoluyê dicivin û li aqûbeta nasên xwe yên hatine nebedîkirin dipirsin ji ber sedema qedexeya walitiyê ya çalakiyan nekarîn li heman cihî bicivin.

Malbatan neçar man ku çalakiya xwe ya 393’an li Şûbeya ÎHD’ê pêk bînin. Meclîsa Dayikên Aştiyê jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Di çalakiyê de Serokê Şûbeya Amedê ya ÎHD’ê Racî Bilîcî qedexeya walî rexne kir û got careke dî jî ew bi pratîka dewletê ya qedexeker, înkarkir re hevrû bûne . Bîlîcî diyar kir, ew ê van qedexeyan nas nekin û ew ê li cem têkoşîna rûmetdar a nas û xizmên nebedîbûyiyan bin.

 ‘QEDEXE NE HIQÛQÎ Û NE JÎ ÛCDANÎ YE’

Parêzer Cîhan Aydin jî têkildarî qedexeyê wiha got: ‘’Ên ku qedexe ragihandine dixwazin malbtan di cihê girtî de sînordar bikin. Dixwazin dengê nasên nebedîbûyiyan bibirin. Lê çalakiya malbatan meşrû ye. Qedexe ne hiqûqî, ne ûcdanî ye û nayê qebûlkirin. Dewlet di zûtirîn demê de divê dev ji vê helwesta xwe berde.’’

Piştre Endamê Komîsyona Xizmên Nebedîbûyiyan a ÎHD’ê Hasan Yalçin çîrok Abdulseme Çîçek par ve kir û li kiryaran pirsî. Çîçek 15’ê Nîsanê, 1992’an li Farqîna Amedê li kuçeyê hatibû qetilkirin.

Daxuyaniyê bi bêdengmayina ji bo kesên ku bi zorê hatine nebedîkirin û bi awayekî kiryar nediyar hatin kuştin, bi dawî bû.

ÊLİH

Çalakiya ‘Nebedî bên dîtin fail bên darizandin” bi pêşengiya Komaleya Mafên Mirovan û xizmên nebediyan de li Êlihê di hefteya 393’yan de dewam kir. Xizmên nebediyan careke din li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulîstan li hev kom bûn, wêneyên xizmên xwe yên di cînayetên ‘kiryar nediyar’ de hatin qetilkirin rakirin.

Di çalakiyê de Serokê ÎHD’ê yê Şaxa Êlihê Mehmet Bagatir axivî, destnîşan kir ku di sala dawiyê de ji ber êrîşên bi ser Kurdistanê de bi sedan mirovî jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran jî ji cih û warê xwe koç kirine. Bagatir diyar kir ku ji bo aqûbeta mirovên ji salên 90’î ve hatine qetilkirin bên eşkerekirin û failên wan bên darizandin, bi salan e li qadan in, got; “Heta fail derkevin pêş darazê û edalet bi cih were, em ê li vê qadê bin.”

'OHAL WEK FIRSEND BI KAR ANÎN Û BERÊ XWE DAN ROJNAMEYA OZGUR GUNDEMÊ'

Bagatir li ser nêzîkatiyên li dijî rojnameya Ozgur Gundemê û xebatkarên wê rawestiya. Bagatir wiha axivî: “Girtina rojnameya Ozgur Gundemê tê wateya tinehesibandina azadiya çapemeniyê, azadiya fikr û îfadeyê, azadiya ragihandin û nûçegirtinê. Bi girtina rojnameya Ozgur Gundemê û binçavkirin û girtinên li ser xebatkar û nivîskarên wê, nîşan dide ku desthilatdariya siyasal hewldana darbeya têkçûyî wek hincet danî holê û bi îlankirina OHAL’ê ve dixwaze wek firsendekê tevahî mûxalefet û hêzên demokrasiyê bêdeng bike.

Piştî axaftinan jiyana Resûl Saçan ê sala 1998’an dema ji dikana xwe ya li Êlihê vedigeriya hate revandin û careke din agahî jê nehat girtin hate parvekirin. Ji Saçan ê ku 4’ê Adara 1998’an ji bo wî serlêdana ÎHD’ê çêbû, careke din agahî nehat wergirtin.

Piştî jiyana Saçan hate vegotin, xizmên nebediyan 5 deqe çalakiya rûniştinê li dar xistin û dawî li çalakiya xwe ya vê hefteyê anîn.