Li bajarên Frankfûrt û Dusseldorf ê Elmanyayê bi daxwaza ku berpirsên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an a yek ji Damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez diyar bikin, çalakiya edaletê hate lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 3 sermawezê 2016, 08:28
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê çalakiya “edaletê” hat lidarxistin. Çalakiya ku ji hêla Meclîsa Jinê ya Hanau Nujin û Meclîsa Jinê ya Frankfurt Amara hat lidarxistin, saet 14.30’an li ber Sefaretxaneya Fransa dest pê kir.
Di çalakiyê de ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez edalet hat xwestin, hat gotin ku heta fail diyar bibin wê çalakî bidomin.
Di çalakiyê de hat gotin ku divê dewleta Fransa bêdengiya xwe bi dawî bike, heman demê êrîşên li ser şaredariyên gelê Kurd jî hat şermezarkirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
DÜSSELDORF
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê jî bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Çalakiya roja Çarşemê ya di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa de tê organîzekirin, vê hefteyê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) dewir girt. Di çalakiyê de dirûşmeyên “ Sakîne, Leyla û Fîdan hatin qetilkirin”, “Jiyan Jiyan Azadî”, “Faşîst Erdogan Hevkar Fransa” hatin berzkirin. Piştî belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin çalakî bi dawî bû.