Li Fiskayayê agir ber dan kamyoneta DEDAŞ'ê

Li Fiskayayê agir ber dan kamyoneta DEDAŞ'ê

Li Kolana Fîskaya ya Amedê koma ciwanên ku rê li trafîkê girtin, kamyoneta aydî DEDAŞ'ê dan ber agir û şewitandin.

Çalakiyên piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehan her ku diçe zêde dibin. Li Amedê çalakiyên di demjimêr 19.00'an de destpê kir heta derengê şevê berdewam kir. Li Kolana Fiskaya ya Amdê komek ciwan rê li trafîkê girtin û çalakî pêk anîn. Koma ciwanan ku bi kevir û konteyniran rê girt, maşîneya aydî DEDAŞ'ê dan ber agir.

Kama ku kamyonet da ber agir di kamyonetê de zerarek mezin çêkir. Pişti polîs hatin cihê bûyerê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket. Pevçûnên ku li gelek kolan û kuçeyên Amedê destpê kiribûn li gelek cihan berdewam dike.