Li Farqînê wesayîta sivîl hat gulebarankirin
Li Taxa Bahçelîevler a girêdayî navçeya Farqîn a Amedê wesayîtek sivîl hat gulebarankirin. Hate diyarkirin ku di wesayîta hatiye gulebarankirin mirî û birîndar hene.

Li ser Cadeya Eskî Bîtlîs a Taxa Bahçelîevler a girêdayî navçeya Farqîn a Amedê, li pêşiya Bazara Sewalan wesayîta sivîl hat gulebarankirin. Hate diyarkirin ku di encama gulebaranê de wesayît tijî şopa guleyan bûye û di wesayîtê de mirî û birîndar hene.
Polîsên hatin cihê bûyerê demek dirêj nêzî wesayîtê nebûn, her wiha nehiştîn ku kesên derdor û ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê jî mudaxeleyî birîndaran bikin.
Li cihê bûyerê sekna polîsan û gelê li hember vê bûyerê bi bertek e didome. Hate îdîakirin ku wesayît ji aliyê polîsan hatiye gulebarankirin, agahiyên têkildarî bê wesayît a kê ye û di hundir de çend kes hene nehatin zelalkirin.