Li Farqînê, terora polîsan nikare bi berxwedana gel

Terora polîsên Tirk a li Farqînê dewam dike. Polîsên ku rastî berxwedana gel hatin, li serê kolanan guleyan li taxên nikarin bikevin navê direşînin. Hat ragihandin ku polîsek di bûyeran de hatiye kuştin.

Li navçeya Amed Farqînê, terora dewletê û pêkanînên rewşa awarte, li berxwedana gel rast tên.

Li navçeyê ku derketina derve lê "qedexe" ye, hat ragihandin ku yek ji polîsên bi guleyên rastî û bombeyên gazê êrîşî gel dikirin, li Taxa Konakê hatiye kuştin. Polîsan bi dehan wesayîtên zirxî hewl dan bikevin nava Tebaxên Tekel, Konak û Mescîtê û rastî berxwedana gel hatin. Polîsên ku nikarin bikevin nava taxan, ji serê kolanan guleyan li van taxan direşînin.

POLÎSEK HAT KUŞTIN

Hat ragihandin, ku polîsekî tîmên taybet ê li ser banê avahiyeke li kolana Lîse ya Taxa Konakê bi cih bûbû, bi guleya li serî ket, mir.

Ji taxan dengê çekan û teqînên dijwar tê. Her wiha helîkopter jî li ser navçeyê digerin.