Li Farqînê êrîş bi ser leşkerên ku ewlekariya bendavê digirtin

HPG’ê ragihan ku hêzên wan li Farqînê êrişek birine ser leşkerên ku ewlekariya bendavê dikirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Farqîn a Amedê gerîlayên wan êrîşek birine ser leşkeran ku ewlekariya bendavê digirtin. HPG’ê got bi di çalakiya suîkastê de efserek hatiye kuştin û wiha got: ‘’Piştre hêzên me bi çekên xwe ferdî li leşkeran xistin, leşker hatiye kuştin û 2 leşker jî bi giranî birîndar bûne.’’

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê ku têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyanî dayî, diyar kir ku gerîlayên HPG’ê 26’ê Tîrmehê li sêgoşeya Xîzan, Berwarî û Miksê rê xistine bin kontrola xwe de.

HPG’ê wiha anî ziman’’ 26’ê Tîrmehê saet 17.00-18.30’an hêzên me li sêgoşeya navçeya Xîzanê ya Betlîsê, Berwariy Sêrtê û Miksa Wanê rê xistin bin kontrola xwe. Hêzên li vir der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine û nasname seh kirine. Di vê çalakiyê de dest danîne ser 2 keleş û 10 şarjorê cerdevanan û ew hatine hişyarkirin. Her wiha li vê derê wesayitekê xwestiye vegere û bi armanca ku dengê xwe lê bikin, lê hatiye reşandin. Piştî çalakiyê artêşa TC’yê ji navenda navçeya Xîzanê heta bi gundê Xeyda ya girêdayî navçeyê operasyon daye destpêkirin. Operasyon heman rojê bê encam hatiye qedandin.

LI FARQÎNÊ ÊRÎŞ BI SER LEŞKERAN DE KU EWLEKARIYA BENDAVÊ DIGIRTIN

26’ê Tîrmehê saet 08.00’an hêzên me, li Farqîn a Amedê êrîş birine ser leşkerên ku ewlekariya bendavê digirtin. Li devereke ku gelek leşker lê kom bûbûn, efsereke ji hêla hêzên me di encama çalakiya suîkastê de hatiye kuştin. Piştre jî hêzên me bi çekên ferdî li leşkeran reşandiye, 1 leşker hatiye kuştin û 2 jê bi giranî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê qada çalakiyê bi obus û hawan û tangan bombe kiriye. Artêşa TC’ê mirî û birîndarên xwe bi 5 ambûlans û bi helîkoptêreke tîpa Skorskyê rakirine. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên ku di operasyona Farqînê de şehîd ketibûn, hate kirin.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ LI HEMBER WESAYÎTA ZIRXÎ

26’ê Tîrmehê saet 03.30’an hêzên me , li qada Qeymeqam a Kaniya ku girêdayî Şemzînana Colemergê ye, bi ser wesayîta zirxî ya bi tîpa kirpîyê ya artêşa TC’ê de çalakiyeke sabotajê kiriye. Di vê çalakiyê de wesaiyat zirxî derb xwariye lê zelal nebûye ku çend leşker mirine û birîndar bûne. Piştî çalakiyê leşkeran bi tofelaqî li derdorê reşandine. Her wiha dijmin mirî û birîndarên xwe rakirine nexweşxaneya Şemzîanên û ketin û derketina nexweşxaneyê girtiye.’’