Li Farqînê 8 zarok hatin binçavkirin

Li Farqînê 8 zarok hatin binçavkirin

Li navçeya Farqînê ya Amedê hate ragihandin ku 8 zarokên bi hinceta tevlî çalakiyên bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê hatin binçakirin.

Hate ragihandin ku li navçeya Farqînê ya Amedê ji bo balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya 65 roj in berdewam dikin ciwanan li 3 nokteyan çalakî li dar xistin û bi polîsan re şer kir.

Hate hînbûn ku di encama çalakiyan de 8 zarok hatin binçavkirin. Hate zanîn ku ji 8 zarokên navên wan nehate zanîn 6 zarok piştî îfadeyên dozgeriyê serbest hatin berdan û karên 2 zarokên din hêj berdewam dike.