Li Farqînê 2 ciwan bi lêdanê hatin binçavkirin

Li navçeya Farqîn a Amedê, duh bi şev 2 ciwan ji hêla polîsan ve bêyî ku hincetek bê nîşandan, bi lêdanê hatin binçavkirin.

Li navçeya Farqîn a Amedê, duh bi şev 2 ciwan ji hêla polîsan ve bêyî ku hincetek bê nîşandan, bi lêdanê hatin binçavkirin. Bi şev saet di 23.00 de ciwanê bi navê Ferhat ê ku paşnavê wî nehat zanîn, dema li Kolana Gaziyê dimeşiya ji hêla polîsan ve hat rawestandin û polîsan ji wî got "Tu mêrantiyê li serê kê dikî?" û bi vî awayî bi zorê ew xistin wesayîta zirxî. Piştî Ferhat tê binçavkirin ciwanê bi navê Nûbar ê ku paşnavê wî nehat zanîn jî li hember vê liv û tevgera polîsan nerazîbûnê nîşan dide û bi vê re polîs li her du ciwanan didin û wan binçav dikin.

Hat ragihandin, welatiyên li hawirdorê jî nerazîbûn nîşan dane û bi vê re polîsan ew bi gotinên "Hûn ê hêza tirka bibînin" gef li wan xwarine. Li ser nerazîbûna welatiyan, gelek wesayîtên zirxî û tîmên taybet hatin herêmê.

Hat ragihandin, her du 2 ciwanên hatine binçavkirin, birine Midûriyeta Emniyetê ya Polîsên Tirk a li Farqînê.