Li Farqîn û Êlihê 5 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Farqînê ya Amedê biryara qedexeya derketina kolanan didome û 3 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Li Êlihê jî du kes li navenda bajar piştî kontrola GBT'ê hatin binçavkirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê biryara qedexeya derketina kolanan didome û 3 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Li Êlihê jî du kes li navenda bajar piştî kontrola GBT'ê hatin binçavkirin.

Êrîşên polîs û tîmên taybet ên li navçeya Farqînê ya Amedê yên li hemberî gel berdewam dikin û li navçeyê 3 kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan ciwanê bi navê Şehmus Hatîpoglu (18) û ji ber ku guhdariya qedexeya kolanan nekir li kolana Camî, Mîkaîl Gulmez (21) jî di kontrola rê de bi hinceta biryara lêgerîna wî heya hat binçavkirin. Ligel van du kesan ciwanekî din ê ku navê wî nehat zanîn hat binçavkirin.

LI ÊLIHÊ 2 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Êlihê jî 2 kesên bi navê Metîn Yanik û Serhat Yanik li navenda bajar ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û piştî lêgerîna û kontrola GBT'ê hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Bajar.