Li Ewropayê gel ji bo HDP’ê dixebitin
Ji bo hilbijartinên giştî yên di 7’ê Hezîranê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tê, bi armanca piştgiriya HDP’ê li Ewropayê lez dan xebatan.
Ji bo hilbijartinên giştî yên di 7’ê Hezîranê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tê, bi armanca piştgiriya HDP’ê li Ewropayê lez dan xebatan.
Ji bo hilbijartinên giştî yên di 7’ê Hezîranê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tên, bi armanca piştgiriya HDP’ê li Ewropayê lez dan xebatan. Di civînên ku li bajarên Elmanya, Fransa û Swîsreyê pêk hatin komîsyon hatin avakirin, ji bo mijarên teknîkî yên cuda û xwegihandina aliyên berfireh biryara meşandina xebatê hat girtin.
ESSEN
Li bajarê Essen ê Elmanyayê komîsyoneke hilbijartinê ya ji 50 kesî pêk dihat hat avakirin, civîn bi tevlîbûna Civaka Îslamî ya Kurdistan, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Însiyatîfa Jinan a Essen, Yekîtiya Civaka Asurî pêk hat.
Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç axivî û got ku Komîsyona Karên Zanînê ya hatiye avakirin wê qeydên hilbijartinê kontrol bikin, ên qeydên wan tine wê xebata wê bimeşînin, kesên li Essenê dijîn û qeydên wan li cihên din xuya dikin, bi hevkariya komîsyonê bi seferatxaneyê re wê pêwendî bê çêkirin. Koç diyar kir ku HDP wê bi ser bikeve û pirsgirêka bendê tine.
Li gorî biryarên di civînê de hatine girtin; wê mal bi mal bigerin û projeya jiyana nû ya HDP’ê bê vegotin. Hilbijêrên ku qeydên wan tine ne, wê bên qeydkirin û wê di çapemeniya civakî de jî bi awayekî aktîf bên bikaranîn.
SAARLAND
Li bajarê Saarland ê Elmanyayê û derdora wê xebatên hilbijartinê destpê kirin. Li Navenda Civaka Kurd civînek pêk hat û Kurdan bi civînê dest bi xebatên xwe kirin û gorin ku li Saarland û derdora wê potansiyelek mezin a hilbijêran heye û ji bo ev potansiyel bikeve nava tevgerê wê xebatan bimeşînin.
Di civînê de hat gotin ku wê bi 10 hezar hilbijêrî re hevdîtinê bikin û yên qeydên wan tine çêbikin. Her wiha ji bo li Maînz deng bên bikaranîn jî nîqaş hatin meşandin.
Ji bo xebat bi awayekî baş bimeşin Saarland û derdora wê li 7 qadan hat veqetandin û 7 komîsyon hatin avakirin. Di bin banê Navenda Civaka Kurd a Saarland de Komîsyona Karên Zanînê hat avakirin.
SWÎSRE
Li bajarê Lugana Platformek Hilbijartinê hat avakirin. Platforma ji aliyên Kurd, Tirk, Elewî, çep-sosyalîst û demokrat pêk tên, diyar kirin ku ji bo piştgiriya HDP’ê wê xebatan bimeşînin.
Rihayiyên li Swîsreyê hatin cem hev ji bo piştgiriya HDP’ê komîsyon ava kirin. Komîsyonê li tevayî Swîsreyê, xebatên xwe da destpêkirin. Xebat Ocalan di civînê de axivî û got: “Riha cihekî krîtîk e. Carinan bêdeng û carinan jî serhildanên wê hene. Wê di hilbijartinên giştî de vê nîşan bide. Bêguman bê xebat nabe.”
TOULOUSE
Li bajarê Toulouse ê Fransayê bi armanca piştgiriya HDP’ê civîna gel pêk hat. Civîna li Lokala Komeleya Elewiyan a Demokratîk pêk hat, nûnerên Kurd, Elewî, Ermenî, Şoreşger-demokrat û saziyan tevlî bûn.
Nûnerê KCD’ê Felat Marînos axaftinek kir û got ku navnîşana têkoşîna yekbûyî ya ku bi salan e, gelên bindest li bendê ne HDP ye.
Di civînê de komîteyek hilbijartinê ya ji 65 kesan pêk dihat hat avakirin. Her wiha 9 komîsyonên din ên cuda jî hatin avakirin.
RENNES
Li bajarê Rennes a Fransayê jî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk civînek gel pêk hat. Civîn nêzî 3 saetan berdewam kir û 5 komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin. Komîsyon wê heta 10’ê Adarê xwe bigihînin hilbijêran.