Li Eşme alên YPG/YPJ, ala Tirk û posterên Ocalan dihejin

Li gundê Eşme, ala Tirkiyeyê diheje û li Biryargeha YPG/YPJ’ê ya hema li ber cihê ku tirbê ye, alên YPG, YPJ û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihejin

Li devera li gundê Eşme yê di bin kontrola hêzên YPG û YPJ’ê de ye ku ji bo Tirba Silêman Şah hatiye amadekirin, ala Tirkiyeyê diheje û li Biryargeha YPG/YPJ’ê ya hema li ber cihê ku  tirbê ye, alên YPG, YPJ û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihejin.

Duh bi şev leşkerên artêşa Tirk bi hevkariya yekîneyên YPG/YPJ’ê li hemberî Tirba Silêman Şah û Qereqola Saygi yên ku bi gef û êrîşên DAIŞ’ê re rû bi rû bû, pêk hat û di encamê de termê Silêman Şah anîn deverek a gundê Eşme yê ku di bin kontrola YPG û YPJ’ê de ye. Gundê Eşme dikeve rojavayê bajarê Kobanê. Di dema veguhestina termê Silêman Şah û tiştên wî de, li gundê Eşme li ser girekî cihekî nû dihate çêkirin.

Îro jî leşkerên Tirk bi hevkariya 10 tankan bi wesayîtên înşaetan li derdora cihê tirbê co kolandin û cihê tirbê amade kirin. Derdora cihê tirbê bi têlan hatiye dorpêçkirin û li cihê tirbê ala Tirkiyeyê heye.

Her wiha, li biryargeha YPG’ê ya ku 20-30 metre ji tirbê dûr e, şervanên YPG û YPJ’ê li derdora gund û tirbê nobet girtin. Biryargeha YPG’ê li avahiyeke bilind a gund hatiye danîn. Li ser biryargeha YPG/YPJ’ê ya ku li ber cihê tirbê ye, alên YPG, YPJ û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihejin.

Li ser Girê Şehîd Hogir ê ku li hemû herêmê serwer e, şervanên YPG û YPJ’ê bi cih bûne û li wê derê jî alên YPJ û YPG’ê bilind dibin.