Li Erdexenê 12 kes hatin binçavkirin

Li Erdexenê 12 HDP’î û DBP’iyên ku piştgiriya Rojava dikirin hatin binçavkirin.

AKP/Qesr ku nikare berxwedana gelê Kurd bişkîne, operasyona qirkirinên siyasî didomîne. Bi hincetên cur bi cur gelek kes tên binçavkirin û girtin.

Li Erdexenê jî Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Ergun Koç, Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Arayiş Yilmaz û 4 endamên partiyê û her wiha 6 keye bi giştî 12 kes hatin binçavkirin.

Jendermeyên Tirk ên bi ser malên gundên Bayramoglû, Omeraga, Haskoy, Tûnçoglû, Lehîmlî û Bînbaşar de girtin, wek hinceta binçavkirinê jî “piştgiriya kampanyaya ku Komaleya Alîkarî û Pişgiriyê ya Rojava da destpêkirin” nîşan dan.

12 kesên binçavkirî wê sibehê sewqî dozgeriyê bên kirin.