Li eniya Minbicê kedkarekî tenduristiyê: Bavê Şepal
Bavê Şepal ê li eniya paş a Minbicê xizmeta tenduristiyê dike bang li her kesî kir, ku bi ruhê seferberiyê destekê bidin şervanên azadiyê.
Bavê Şepal ê li eniya paş a Minbicê xizmeta tenduristiyê dike bang li her kesî kir, ku bi ruhê seferberiyê destekê bidin şervanên azadiyê.
Bavê Şepal ê 55 salî yê ji Qamişlo, tevî du kurên xwe li nava şervanên azadiyê ye.
Bavê Şepal ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve li qada tenduristiyê weke ajokarê ambûlansê xizmetê dide. Çîroka Bavê Şepal gelekî cuda ye. Di sala 2015'an de endamekî çeteyên DAIŞ'ê yê birîndar, ku kurê wî bi giranî birîndar kir, rakir nexweşxaneyê û ji bo bê dermankirin alîkarî da.
Bavê Şepal di şerê Serêkaniye yê 2013'an, di Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo, Silûk, Sirîn, Hol, Tişrîn Şedadê, Pêngava Êlîn û Cûdî ya piştî êrîşa çeteyan a li hemberî Girê Spî û herî dawî li eniya Minbicê ajokariya ambûlansê kir. Alîkariya tenduristiyê dide şervanên azadiyê, sivîlan û çeteyên DAIŞ'ê yên bi birîndarî tên girtin.
Bavê Şepal dibêje, xizmetên tenduristiyê û kedkarên tenduristiyê parçeyekî girîng ê şer e, ev karê tê kirin jiyanî ye, di nava şert û mercên zehmet de ew vî karî dimeşînin û qet nebe herî kêm bi qasî şervanekî fedekariyê dikin.
Bavê Şepal da zanîn, ne para her kesî ye ku berxwedana destanî ya şervanên azadiyê bibîne û diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê hem ji qada navneteweyî, hem jî ji dewletên herêmê destekê dibînin.
Bavê Şepal radigihîne ku ew bi giranî li eniya şer alîkariya tenduristiyê dide şervanên birîndar û wan digihîne nexweşxaneyê. Bavê Şepal destnîşan dike, ku rizgarkirina şervanên birîndar wî gelekî kêfxweş dike.
Bavê Şepal her wiha dibêje, wan gelek caran jiyana çeteyên DAIŞ'ê yên birîndar jî rizgar kirine û ji bo sedema vê yekê jî dibêje, "Nirxên mirovahiyê vê yekê ferz dike."
Di dewama axaftina xwe de Bavê Şepal dide zanîn, ku şer herî zêde bandorê li extiyaran û zarokan dike û ambargoya li ser wan rewşê girantir dike.
Bavê Şepal ê li eniya Minbicê xizmeta tenduristiyê pêşkêş dike, bang li her kesî dike ku bi ruhê seferberiyê destekê bidin şervanên azadiyê û ji bo rizgariya axa xwe ji dagirkerî û talanê dibêje; divê jin, extiyar, ciwan, mêr her kes barê şoreşê hilgire.