Li eniya Mexmûr di navbera Peşmerge û DAIŞ’ê de şer
Li bajarokê Giwêr ê Mexmûrê şerê ku ji danê sibehê ve di navbera Peşmerge û DAIŞ’ê derketibû hê jî berdewam dike.
Li bajarokê Giwêr ê Mexmûrê şerê ku ji danê sibehê ve di navbera Peşmerge û DAIŞ’ê derketibû hê jî berdewam dike.
Çeteyên DAIŞ’ê di saetên sibehê de êrîşeke bi awayekî berfireh li hember çeperên Peşmergeyên li bajarokê Giwêr ê Mexmûrê dan destpêkirin. Li ser bersivdayîna hêzên Peşmergeyan şerê ku derketî hê jî berdewam dike.
Berpirsiyarê YNK’ê yê Mexmûrê Reşad Gelalî têkildarî şer ji Roj News a ku li Başûr weşanê dike re axivî û diyar kir ku di şer de heta niha 2 Peşmerge birîndar bûne.
Balafirên girêdayî koalîsyonê jî bi awayekî bandor çeperên DAIŞ’ê bomberdûman dikin.