Li Elkê û Çewligê 16 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên navçeya Elkê ya Şirnexê de 15 kes, li Çewligê jî kesek hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên malan ên navçeya Elkê ya Şirnexê de 15 kes, li Çewligê jî kesek hatin binçavkirin.
ELKÊ
Li navçeya Elkê ya Şirnexê serê sibehê polîsên Tirk li taxên Beroj, Pasar û Karşiyaka bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de li gel Hevserokê DBP'ê ya Elkê Hîkmet Ataman, Rêveberê HDP'ê Kerem Yîgît û welatiyên bi navê Cemal Ataman, Cîndî Ataman, Bengîn Ataman, Hacî Yîgît, Fîkret Guven, Serhat Guven, Faris Bal, Ridvan Dûrsûn, Reşît Dûrmûş, Farûk Kiliç, Mehmet Cîn, Halîme Akdag û Şîlan Cîn hatin binçavkirin.
Li navçeyê hê jî serdegirtina malan berdewam dike û dibe ku hejmara kesên werin binçavkirin zêdetir bibe.
Her wiha hate diyarkirin ku welatiyên hatine binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Elkê tên ragirtin.
ÇEWLIG
Li gundê Îbrahîman ê Çewligê 3 roj berê cendirmeyan bi ser malan de girt û jina bi navê Dîlan Keser binçavkirin. Hat ragihandin ku Keser sala bihurî ji Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Tokatê mezûn bûye. Keser a ku mebesta binçavkirina wê nehat zanîn,şandin Tokatê.