li gundê Kiratliya Jêr ya Hezoyê zarokê 6 salî yê binavê Kemal Ergîn kete bîra avê û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine girtin, şeva din li gundê Kiratliya Jêr yê ser bi navçeya Hezoya Êlihê zarokê 6 salî Kemal Ergîn kete bîra avê. Ergînê ku demek dirêj di bîrê de ma, jiyana xwe ji dest da û cenazeyê Ergîn ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê.