Li Êlihê terora polîsan hate şermezarkirin

Li Êlihê terora polîsan hate şermezarkirin

Li taxa Yavuz Selîm ya Êlihê şevê din welatî hatin cem hev û tundiya polîsan ya di 14'ê tîrmehê de li Amedê bi meşekê şermezar kirin.

Li taxa Yavuz Selîm ya Êlihê welatiyan bi meşekê tundiya polîsan ya ku di 14'ê tîrmehê de li Amedê pêk anîn û qedexeya mîtîngê ya ji aliyê Waliyê Amedê ve pêk hat şermezar kirin. Li gel rêveberên BDP' nûnerên rêxistinên sivîl yên civakî jî tevlî meşê bûn û di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vire", "Qatîl Erdogan", "Ocalan" û "Silav silav ji Îmraliyê sed hezar silav" hatin berzkirin. Welatiyên derdorê jî çepik û tîlîliyan piştgirî dan meşê û meş li Kolana Korukoyê bi dawî bû.